​​​​​​​Rojnameyên erebî: Îsraîlê gef li hêzên Îranê yên li Sûriyê xwar

Rojnameyên erebî vê sibê behsa gefên Îsraîlê yên li dijî Îranê û rewşa Lîbyayê kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Îsraîlê gef li hêzên Îranê yên li Sûriyê xwar
11 îlon, 2021   07:16
NAVENDA NÛÇEYAN

‘WEZÎRÊ KARÊN DERVE YÊ ÎSRAÎLÊ GEF LI HÊZÊN ÎRANÊ YÊN LI SÛRIYÊ XWAR’

Rojnameya Şerq El-Ewsat têkildarî gefên Îsraîlê yên li dijî hebûna Îranê ya li Sûriyê wiha nivisî: “Wezîrê karên derve yê Îsraîlê Yair Lapid ji Moskovê gelek daxuyanî li dijî hebûna leşkerî ya Îranê ya li Sûriyê dan. Lê di heman demê de bala Rûsyayê rehet kir. Lapid li Moskovê bi hempîşeyî xwe yê rûs Sergey Lavrov re civiya û li ser mekanîzmaya koordîneyê li hev kir da ku dan û standinan li ser asta leşkerî yên di navbera Moskov û Til Evîvê de xurttir bibin.

Wezîrê Îsraîlê duh ji dezgehên çapemeniyê yên rûsî re axivî û got: “Til Evîv hebûna Îranê li Sûriyê qebûl nake. Lê dê ewlehiya leşkerên Rûsyayê yên li Sûriyê biparêze.”

Lapid hişyarî da ku divê hemû tê bigihêjin ku hêza ku ewlehiya Sûriyê têk dibe, Îran e ne Îsraîl e û wiha domand: “Ne pêkan e Îsraîl derfetê bide hebûna Îranê li Sûriyê. Divê herêm û cîhan vê yekê fêm bike ku em ê gavên pêwîst biavêjin û li bendê namînin ku Îran terorê li dijî welatiyên me bi kar bîne.”

Têkildarî helwesta Rûsyayê ya li hemberî derbeyên Îsraîlê yên li Sûriyê Lapid got: “Ji bo ku rewş aloztir nebe û negihêje asteke xeternak, Îsraîl bi şirîkên rûsî re dixebite.”

‘NEXŞERÊYA ÎXWANAN LI LÎBYAYÊ’

Têkildarî kar û barên Lîbyayê rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Îxwan bi biryara mayîna çeteyan û çekdarên biyanî li welêt ve girêdayî ye û egera wê jî vedigerînin ku hebûna wan hişt ku lihevkirin bi Tirkiyê re pêk werin. Çavdêrên rewşa Lîbyayê diyar dikin ku ev gera hilbijartinên ku tê payîn di 20`ê Kanûnê de li dar bikevin, asteng dike. Bi taybet ku meclisa herî bilind a dewletên qanûna hilbijartina serokê dewletê bi awayekî yekser ji aliyê gel ve red kir.

Serokê Meclisa Bilind a dewletê ya Lîbyayê Xalid El-Muşrî careke din helwesta xwe ya li hemberî doza çeteyan û hêzên biyanî li Lîbyayê piştrast kir û got desthilata Lîbyayê ya hilbijartî tenê dikare biryara mayîna van hêzan bide ku li gorî lihevkirinên qanûnî û rewa hatin.”

(şx)