​​​​​​​Piştî pêkanîna lihevkirina dawîn li Dera El-Beled aramî serwer e

Piştî 5 rojan ji pêkanîna bendên lihevkirina dawîn, li Dera El-Beled aramî serwer e. Tê payîn ku dosyaya dijberên lihevkirinê yên li taxa Rêya El-Sed û kampa Derayê were nîqaşkirin.

​​​​​​​Piştî pêkanîna lihevkirina dawîn li Dera El-Beled aramî serwer e
10 îlon, 2021   10:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) piştî ku lihevkirin kete roja xwe ya pêncan, aramî li piraniya bajarê Dera El-Beled serwer e. Hêzên hikumeta Şamê operasyonên lêgerînê tevî polîsên leşkerî yên Rûsyayê didomînin.

Girêdayî heman mijarê tê payîn ku di çend saet an jî rojên bê de dosyaya dijberên lihevkirinê yên li taxa Rêya El-Sed û Kampa Derayê were nîqaşkirin da ku lihevkirinê pê bidin qebûlkirin an jî ji Derayê derkevin. Heke ev yek pêk nehat, hikumeta Şamê û Rûsya gefa şer li şêniyên herêmê dixwin.

SOHR`ê duh ragihandibû ku hêzên hikumeta Şamê û komên alîgirên wê ji bendên Saraya, Nexle, Şiyah û Mezari vekişîne û bi vê yekê re dorpêça 80 rojan a li ser herêmê bi dawî bû.

(şx)