Endamên êla El-Naîm navendeke çeteyan li Silûkê dorpêç kir

Çavkaniyeke herêmî ji gundewarên kantona Girê Spî diyar kir ku endamên êla El-Naîm a Ereb li bajarokê Silûk, navendeke çeteyên dewleta Tirk a dagirker dorpêç kir û daxwaz kir ku çeteyên ku îşkence li Elî El-Firêc kiriye, radestî wan bikin.

Endamên êla El-Naîm navendeke çeteyan li Silûkê dorpêç kir
10 îlon, 2021   10:50
EYN ÎSA

Li gorî çavkaniyê, endamên êla El-Naîm navendeke Firqeya 20'an a çeteyên dagirkeriya Tirk dorpêç kir û daxwaz kir ku çeteyên ku îşkence li welatiyê bi navê Elî El-Firêc kiriye, radestî wan bikin.

Duh, vîdeoyek li ser medyaya civakî hatibû belavkirin û tê de xuya dibû ku 2 çeteyên ji fasîleya Siqûr El-Sune; Ebû El-Harêts û Ebû Cîhad îşkenceyê li ciwanê bi navê Elî El-Firêc dikin.

(dx)

ANHA