Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê welatiyekî din revand

Çeteyên Lîwa Semerqend ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker şêniyekî gundê Kefer Sefrê yê navçeya Cindirêsê revand. Heman kes beriya 20 rojan ji aliyê komeke din a çeteyan ve hatibû revandin.

Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê welatiyekî din revand
10 îlon, 2021   11:04
ŞEHBA

Çavkaniyên ji Efrîna dagirkirî ragihand ku çeteyên Lîwa Semerqend welatiyekî gundê Kefer Sefrê yê bi navê Mihemed Weqfî Murad (33) revand da ku ji malbata wî fîdyeyê bixwazin.

Heman çavkaniyan bi bîr xist ku çeteyan Murad biriye baregeha xwe û ji malbatê hezar dolar xwestiye da ku wî serbest berdin.

Hate zanîn ku beriya 20 rojan çeteyên Ehrar El-Şerqiye jî Murad revandibû û li beramberî 5 hezar dolarî serbest berdabû.

(şx)

ANHA