​​​​​​​Piştî salên dirêj ji bikaranîna penaberên Sûriyê, gelo Erdogan dev ji wan berda?

Li Tirkiyê ji ber zêdebûna kîn û nîjadperestî û dijminahiya Tirkan li hemberî penaberên Sûriyê, penaberên sûrî bi tundiyê re rû bi rû ne. Gelo siyasetên hêzên li Tirkiyê û di serî de AKP`ê ya bi serkêşiya Erdogan, çawa bandor li vê nîjadperestiyê kir?

​​​​​​​Piştî salên dirêj ji bikaranîna penaberên Sûriyê, gelo Erdogan dev ji wan berda?
10 îlon, 2021   09:35
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA EL-HEBÎB

Li gel zêdebûna kîn û dijminahiya Tirkan, êdî penaberên sûrî yên li Tirkiyê nayên pêşwazîkirin.

Di demên dawîn de destdirêjî û tundiya li dijî penaberên sûrî yên li Tirkiyê zêde bû, ew yek asta hêrsa Tirkan ya li hember vekirina sînoran li pêşiya penaberên sûrî nîşan dide.

Hêz û partiyên siyasî yên Tirkiyê û di sêrî de AKP`ê dosyaya penaberên sûrî ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe bi kar anîn. Lê nîjadperestên Tirk dibêjin ku penaberên sûrî sedema zêdebûna rêjeya bêkariyê û rewşa aborî ya xirab in.

Li gorî daneyên dewleta Tirk, li Tirkiyê nêzî 3.6 milyon penaberên sûrî û 300 hezar penaberên din ên ji dewletên cuda hene.

SIYASETA DERIYÊ VEKIRÎ

Têkildarî mijarê rojnamevan û analîzvanê siyasî yê pisporê kar û barên Tirkiyê Sarkis Kassargian got: “Ji destpêka aloziya Sûriyê ve, dewleta Tirk siyaseta deriyê vekirî li hemberî penaberan meşand û welatiyên Sûriyê teşwîq kirin ku biçin Tirkiyê û çavê xwe li hember derbasbûna komên sûrî yên ku dixwazin biçin Ewropayê, girt.”

Kassargian wiha domand: “Rê li pêşiya penaberên sûrî vekirî bûn ji bo ku derbasî Tirkiyê bibin û ji cîhadîstan re rê vekirî bûn da ku derbasî Sûriyê bibin. Avakirina kampan li Dîlok, Kilîs û Lîwa Îskenderunê hemwextî destpêkirina aloziyê li herêmên li ser sînor, van rûdanan îsbat dikin.”

‘PENABERÊN SÛRÎ JI BO DESTWERDANA LEŞKERÎ Û SIYASÎ BI KAR ANÎN’

Dewleta Tirk doza penaberan ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe bi kar anîn. Di wê çarçoveyê de bi milyaran dolar ji gelek aliyan wergirtin. Hikumeta Erdogan doza penaberan wek kaxizeke zextê di hemleya hilbijartinan de bi kar anî da ku Enqereyê li derve baş nîşan bide. Ji ber wê behsa dayîna nasnameya ji penaberên sûrî re, tevlêkirina wan di civaka Tirkiyê de û rola wan di geşkirina aboriya Tirkiyê de kir.

Her wiha ji bo ku êrişên xwe li dijî Sûriyê û dagirkirina axa Sûriyê rewa bike, kaxiza penaberan bi kar anî. Wekî dema li Efrînê îdia kir ku armanca wê ya sereke ew e ku penaber vegerin malên xwe. Lê berovajî wê demografiya bajêr guhert, çete û malbatên wan li şûna şêniyên resen bi cih kirin.

Têkildarî armancên Tirkiyê, Kassargian wiha diyar kir: “Wê doza penaberan ji bo destwerdana siyasî û leşkerî bi kar anî. Daxuyaniyên Ahmet Davutoglu ku gotibû li cem wan 100 hezar xeta sor e û ger hejmara penaberên sûrî bigihêje 100 hezarî, piştre 200 hezar û paşê 500 hezar, dê destwerdanê bikin. Lê şert û mercên navneteweyî û lihekvirinên ku hikumeta Sûriyê çêkirine, rê neda ku dewleta Tirk destwerdanê bike. Lê armanca sereke ya bikaranîna wê kaxizê ew bû ku dewleta Tirk di aloziya Sûriyê de bibe aktoreke bingehîn. Niha jî li Efganistanê heman siyasetê dimeşîne.” 

SÛDGIRTINA JI BERHEMÊN GELÊ SÛRIYÊ

Kassargian di berdewama nirxandina xwe de îşaret bi bikaranîna penaberên sûrî ji aliyê dewleta Tirk ve kir û got: “Ev bikaranîn di gelek qonaxan re derbas bû. Destpêkê penaber wek kaxizekê bi kar anîn da ku dest di Sûriyê werde û da ku dewleta Tirk bibe beşek ji vê dosyayê û tê de bibe aktoreke sereke.”

Kassargian wiha pê de çû: “Paşê bikaranîn bi rêya pereyên penaberên sûrî yên ku bi xwe re biribûn Tirkiyê, pêk hat. Ji ber ku di dawiyê de penaber hemû ne xizan in. Li Tirkiyê rêjeyeke pir kêm ji sûriyan di nava kampan de ne, yên mayî li bajarên Tirkiyê bi cih bûn. Ev tê wateya ku gelek ji wan pere bi xwe re birine, hinekan kargeh û werşeyên xwe yên xebatê veguhastin Tirkiyê.”

Kassargian diyar kir ku bazirganên sûrî miqdarên mezin ên pereyan bi xwe re birin Tirkiyê, ev yek di raporeke sala 2012`an a rojnameya ‘Sabah’ de piştrast bûbû. Di raporê de tê gotin ku li Idlibê rojane li ser pişta sewalan derdora 200 hezar dolar ji Sûriyê derbasî Tirkiyê tê kirin. Ev yek asta sûdgirtina ji pereyên penaberên sûrî nîşan dide.”

KOLEKIRINA WELATIYÊN SÛRIYÊ

Sarkis Kassargian daxuyand ku çîna kapîtalîst a Tirkiyê û xwediyên şîrketên mezin û kargehan ên Tirk sûd ji penaberên sûrî wergirt, di kargehên xwe de, di karên gelek dijwar de û li beramberî destheqên kêm ku nîvê destheqê karkerên Tirk, dan xebitandin.  Kassargian her wiha diyar kir ku di encama bêparhiştina karkerên sûrî ji mafên wan ên tenduristî û hwd de, her wiha ji ber karkerên bi destheqên kêm û bi taybetî di aliyê pîşesaziyê de hişt ku xwediyên şîrket û kargehên mezin ên Tirk dewlemendtir bibin.

PENABER JI BO GUHERTINA DEMOGRAFIYA HERÊMÊN SÛRIYÊ BI KAR ANÎN

Kassargian bal kişand ser rêbazên din ên bikaranîna penaberên sûrî ji aliyê dewleta Tirk ve û got: “Dewleta Tirk li herêmên ser sînor ên ku dagir kirine ji Efrînê bigire heta bigihêje Serêkaniyê, penaberên sûrî di guhertina demografiya herêmên dagirkirî de bi kar anîn.”

Sala 2019`an serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan li xwe mikur hat ku piştî Girê Spî û Serêkaniyê hatin dagirkirin û şêniyên wê yên resen hatin koçberkirin, milyonek kes li wan bajaran bi cih kirine.

Erdogan gelek caran şantaj li dewletên rojava kiriye ji bo ku desteka madî û siyasî bi dest bixe û van guhertinan li herêmên dagirkirî pêk bîne. Yan jî wê sînor li pêşiya penaberan veke ji bo ku derbasî Ewropayê bibin.

PENABER KIRIN ÇETE

Kassargian di dewama nirxandina xwe de destnîşan kir ku herî dawî dewleta Tirk penaberên sûrî kirin çete û di şerên xwe yên tu sûdê li sûriyan nakin û li ser astên olî, îdeolojî û fikirî ji wan dûr in, bi kar anîn û wiha berdewam kir: “Dewleta Tirk ji pereyan çeteyên sûrî tev li şerên xwe dike mîna li şerê di navbera Ermenistan û Ezerbeycanê de û şerê li Lîbyayê jî rû daye. Ne dûr e ku wan di pêşerojê de li Efganistanê jî bi kar bîne. »

Enqere li beramberî avakirina kampan ji penaberan re li herêmên Bakurê Kurdistanê fînansek bi milyaran dolaran wergirt. Di wan kampan de zêdetirî 4 milyon penaber hene.

Erdogan her tim li ser kaxiza penaberên sûrî lîst û gef li Ewropayê xwar ku wan derbasî wir bike mîna sala 2015`an rû daye. Dewleta Tirk ji bo ku destkeftiyên siyasî û madî yên din bi dest bixe, mijara penaberên sûrî bi kar tîne û fişarê li Yekitiya Ewropayê dike.

Li gorî daneyên fermî ji 3.6 milyon penaberên sûrî yên li Tirkiyê nêzî 145 hezar tenê li kampan jiyan dikin. Piraniya rêjeya din li hemû deverên welêt bi cih bûne û di warên cuda de kar dikin.

sala borî Komîseriya Ewropayê got wê li gorî li hevkirina têkildarî penbaran ku Enqereyê li Brukselê sala 2016`an îmze kiriye û li bermaberî pêşwazîkirina penaberan,  di Kanûna 2020`an de piraniya alîkariyên ku berê li ser li hevkiribûn yanî 6 milyar euro dane Tirkiyê. Bi şerta ku ew pere yekser nedin hikumeta Tirkiyê lê belê bidin aliyên ku ji bo piştgiriya penbaran projeyan fînanse dikin.

Lê hikumeta Tirk şêwaza xerckirina wan pereyan eşkere nekir. Gelek analîzvan diyar kir ku dewleta Tirk van pereyan di êrişên xwe yên dagirkirinê li Sûriyê de bi kar tîne.

HIKUMETA ERDOGAN DI BÛYERÊN TUNDIYÊ Û NÎJADPERESTIYÊ DE HEVKAR E

Diminahiya li hemberî penaberên sûrî yên li Tirkiyê zêde bû. Serokê Şareserdiya Bolu ya bakur rojavayê Tirkiyê ragihand ku ew ê pêşniyar bike ku fatureyên avê yên penaberan û biyaniyan deh qatan werin zêdekirin.

Di 11`ê Tebaxê de li herêma Altin Dag êrişên nîjadperest li dijî bi hezaran welatiyên Sûriyê pêk hatin.

Wê demê Tirkên faşîst êrişî dikanên sûriyan û malên wan ên li Atlin Dag kirin û di encamê de zarokekî sûrî birîndar bû.

Der barê mijarê de Kassargian got: “Tundiya ku îro penaberên sûrî yên li Tirkiyê rastê tên, sedema wê ew e ku kaxiza penaberan di aliyê siyasî de hat bikaranîn û ji navaroka wê ya mirovî hat derxistin. Ew ji roja yekemîn ve kaxizeke siyasî bû.”

Li gorî Kassargian, ev hişmendiya ku dewleta Tirk li hemberî penaberan dimeşîne, dihêle ku penaberên sûrî weke ku jêdera aloziyên aborî û siyasî yên li Tirkiyê ne werin dîtin. Ji ber wê penaberên sûrî rastî bertekên hişk ên Tirkan tên nemaze ku muxalif û alîgirên wê dosyaya penaberan li ser siyaseta hundir û derve bi kar anîn. Kassargian got ev nîjadperestiya ku li dijî sûriyan tê kirin, dihate pêşbînkirin û tê payîn ku her ku biçe zêdetir bibe û bigihêje astên gelek xeter mîna bûyerên dawîn ên li Enqereyê rû dane.

Ev ne cara yekê ye ku penaberên sûrî rastî mîna van destdirêjiyan tên, li gel kur Erdogan banga têkoşîna li dijî nîjadperestiya li dijî penaberan li dewletên ewropayê dike, ev sûc û bûyer li Tirkiyê zêde dibin. Bêdengiya hikumeta AKP`ê ya li hemberî van sûcan, destnîşan dike ku bi sûcdarên wan êrişan re, hevkar e. 

ASTENGIYÊN LI PÊŞIYA VEGERA PENABERAN

Der barê vegera penaberan de, Kassargian got: “Ev mijar pir bi girêk e û ne hêsan e ku penaber vegerin Sûriyê. Gelek astengî li pêşiya vê vegerê hene. A yekê ziman e. Dostên ku ez bi wan diaxivin dibêjin zarok li Tirkiyê hatine dinê û fêrî zimanê erebî nebûne, yanî tenê di nasnameyê de sûrî ne lê ji aliyê jiyanê, taybetmendî û adetan mîna Tirkan in û gelek zehmet e wan îqna bikin ku vegerin Sûriyê.”

Kassargian girêdayî vegera bazirganan jî got: “Barizganên ku şîrket û kargeh li Tirkiyê vekirin, pêwîstiya wan bi aramiyê heye. Her wiha gelek mijarên din hene mîna tolhildan ji ber ku têkiliya gelek penaberên sûrî di sûc û bûyerên terorîst de hene.”

Her wiha Kassargian daxuyand ku gelek xwediyên sermayeyan deyn ji bankên Sûriyê birine û di bin navê muxalîfên sûrî de çûne Tirkiyê, yanî heke vegerin divê wê deynê vegerin ku ew nikarin vê yekê bikin.

Di dawiyê de Sarkis Kassargian got: “Gelek astengî vegera penaberan zehmet dikin. Bi nêrîna min kesek ku ev pirsgirêk li cem wan tune ne jî bi awayekî cidî bi vegerê nafikire.”

(şx)

ANHA