Encamên ezmûna qebûlkirinê ya zanîngehan diyar bûn

Îro encamên derdora 3 hezar xwendekarên ku tev li ezmûna qebûlkirinê ya zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûbûn, hatin ragihandin.

Encamên ezmûna qebûlkirinê ya zanîngehan diyar bûn
10 îlon, 2021   09:40
QAMIŞLO

Ji bo qebûlkirina xwendekaran ji zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re (Rojava, Kobanê û El-Şerq), di 1`ê Îlonê de ezmûna qebûlkirinê bi amadebûna nêzî 3 hezar xwendekarî pêk hat.

Dê xwendekar li gorî pileya ezmûna qebûlkirinê û pileya bawernameyê ya refa 12`an bên qebûlkirin. Pileya ezmûnê ji sedî 70`ê, pileya bawernameyê jî ji sedî 30 bandorê li encamê dike.

Ji 11`ê Îlonê ve deriyê tomarkirina xwestekan li ber xwendekarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vedibe û heta 19`ê heman mehê dewam dike. Piştre dê encamên xwestekên xwendekaran di 30`î Îlonê de bên ragihandin.

Her wiha qeydkirina li zanîngehan di 2-10`ê Cotmehê de pêk tê. Sala xwendinê ya 2021-2022`an di her sê zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de di 10`ê Cotmehê de dê dest pê bike.

(sb)

ANHA