Li gundewarê rojhilatê Dêrazorê banga xweparastina ji Koronayê hate kirin

Li gundê Şiêtat û bajarokê Hecînê yên gundewarê rojhilatê Dêrazorê rêjeya pêketiyên vîrusa Koronayê ya nû bilind bûye, ji ber vê yekê Komîteya Tenduristiyê û Şaredariya Gel bang li welatiyan kir ku xwe ji pêla çaram a vîrusê biparêzin.

Li gundewarê rojhilatê Dêrazorê banga xweparastina ji Koronayê hate kirin
10 îlon, 2021   09:02
DÊRAZORÊ

Ji destpêka mehê ve ji ber ku welatî xwe naparêzin; pêla çaram a vîrusa Koronayê li gundewarê rojhilatê Dêrazorê berbelav bûye, nexasim li gundê Şiêtat û bajarokê Hecînê.

Ji dema ku vîrusa Koronayê li dewletên din berbelav bûye ve, ev cara yekemîn ku ewqasî li gundewarê rojhilatê Dêrazorê berbelav dibe.

Têkildarî mijarê hevserokê Komîteya Tenduristiyê ya Gundewarê Rojhilatê Dêrazorê Mişel Sultan got: "Bi belavbûna pêla çaremîn re li herêmê bi giştî û li gundewarê rojhilatê Dêrazorê bi taybet, welatî zêde bi nexweşiyê ketine, li hember vê yekê jî madeyên tibî kêm in û pabendiya bi tedbîrên xweparastinê jî tune ye."

Mişel Sultan ev li gotina xwe zêde kir: "Ji destpêka meha 8`an û heta vê mehê li herêmê 300 nexweşên bi guman hene, ji wan ji 40 heta 50 nexweşan bi rêya teşxîsê û hin ji wan jî bi rêya tehlîlên tibî hate isbatkirin ku nexweş in."   

Sultan destnîşan kir ku li gorî derfetên Navenda Tenduristiyê ya herêmê, oksejîn dane van nexweşan.

Sultan bal kişand ser zehmetiyên ku pê re rû bi rû ne û wiha dewam kir: "Ji ber ku hin kesan dermankirin, test û dayîna oksejînê red dikirin, me pir zehmetî kişand, li ser vê yekê em bang li aliyên peywendîdar dikin ku madeyên tibî yên pêwîst bidin nexweşxaneyên giştî û navendên tenduristiyê yên li herêmê, da ku pêşî li belavbûna vîrusê were girtin."

ꞌDIVÊ WELATÎ XWE BIPARÊZINꞌ

Hevseroka Şaredariya Gel a Hecînê Ehid El-Mezkar axivî û got: "Di mehên dawî de bi zêdebûna rêjeya pêketiyên vîrusa Koronayê re, me hişt ku karker pabendî tedbîrên xweparastinê bin, ji wan dûrbûna ji kombûnê, maske li xwekirin û li gorî pîvanên parastina tenduristiya xwe tevgerîn bû."

Ehid El-Mezkar ev nirxandin kir: "Me dest bi hemleyên paqijkirinê kir, li ser vê yekê me rê paqij kirin û hîn jî berdewam dike, di rojên pêş de jî em ê dest bi hemleyên dezenfektekirina dibistan û avahiyên giştî bikin."

Hevseroka Şaredariya Gel a Bajarokê Hecînê Ehid El-Mezkar wiha gotina xwe bi dawî kir: "Dema ku guman hebe, li şûna ku qedexeya derketinê were ragihandin, a baş ew e ku welatî li gorî tedbîrên xweparastinê tevbigerin, ji ber ku deqexeya derketinê bandorê li rewşa debar û perwerdeyê dike."

(eh)  

ANHA