Rojnameyên erebî: Şamê şertên başkirina têkiliyan danîn

Rojnameyên erebî îro der barê rewşa li Sûriyê, hilbijartinên li Mexribê û rewşa li Lubnanê de nivîsandin.

Rojnameyên erebî: Şamê şertên başkirina têkiliyan danîn
10 îlon, 2021   09:00
NAVENDA NÛÇEYAN

‘SÛRIYEYA PARÇEBÛYÎ Û DORPÊÇKIRÎ ŞERTÊ BAŞKIRINA TÊKILIYAN DANÎN’

Rojnameya Şerq El-Ewsat têkildarî rewşa Sûriyê wiha nivisî: “Şam dixwaze şertên xwe ferz bike. Sûriyeya ku li ser 3 herêmên hegemonîk parçe bûye û tê de 5 artêş hene, bawer dike ku êdî dikare şertan deyne da ku têkiliyan bi derdorê re baş bike. Ev helwest piştî rewşa li Efganistanê çêbû.

Pirsgirêk û alozî nehatin guhertin lê belê zêde û kûrtir bûn. Lê ruxmî wê jî Şam xwe di rewşeke pêkanîna dan û standinan a bihêztir de dibîne. Madem Amerîka dev ji rêgeza avakirina neteweyan û guhertina pergalan berdaye, diyar dike ku dem niha dikeve xizmeta berjewendiyên wê.

Beriya 10 salan çîrûska şoreşê li Derayê dest pê kir. Hikumeta Şamê dixwaze vegere wir, rê çi dibe bila bibe da ku bibêje komployên ji wir dest pê kirin dê li wir binax bibin. Alîgirên hikumeta Şamê ev helwest veneşartin. Lê ev helwest ji bo opozîsyonê cuda ye û dibêje şoreşê li wir dest pê kir û çirûska wê venamire û bihar dê nebe payîz.

Moskov jî xwedî li daxwaza Şamê derket û cîgirê wezîrê parastinê yê Rûsyayê şand Sûriyê. Rayedarên wê bi awayekî zelal got bi çek an jî aştiyane em ê bikevin bajêr. Bi rastî jî ev yek pêk hat.

Egereke din a leza Rûsyayê di vî warî de heye, Şam hemû niyetên wê yên veşartî nizane. Lîsteya Moskovê bi 3 hevdîtinan ve girêdayî ye.

Ya yekê hevdîtina wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û hempîşeyî wî yê Îsraîlê ku duh li Moskovê pêk hat, piştî vê hevdîtinê dê serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett meha bê serdana Moskovê bike. Bi zimanekî rasterast Moskov dibêje ew naxwaza derbeyên Îsraîlê yên li Sûriyê veguherin şerekî di navbera Şam û Til Avîvê yan jî di navbera Tehran û Til Evîvê de.

Mijara din hebûna Îran û Hizbullahê li başûrê Sûriyê ye. Til Evîv, Eman û Washington ji asta pêkanîna Rûsyayê lihevkirina 2018`an ne razî ne ku li gorî wê li beramberî vegera artêşa Sûriyê divê Îran ji başûr derkeve. Moskov dibêje vegera artêşa Sûriyê ji Dera El-Beled re dê rolekê di pêkanîna lihevkirina 2018`an de bilîze. Li Derayê beriya du rojan berpirsyariya Rûsyayê zelal bû dema got "Em niha di 2021`an de ne, di 2018`an de pêşketin çênebûn."

Ya duyem; hevdîtina wezîrên petrolê yê Sûriyê, Urdunê, Misirê û Lubnanê li Emanê ye ku duh li dar ketibû. Di vê hevdîtinê de mijara gihandina gaza Misirê ji Lubnanê re bi rêya Sûriyê hat nîqaşkirin. Amerîkayê ev yek erê kir. Ji wê zêdetir rêveberiya Joe Biden li ser daxwaza Urdunê ev mijar ji Qanûna Qeyser îstîsna kir. Lê Şamê gelek şert danîn. Ya yekê pêkanîna serdanên siyasî ji Sûriyê re. Ev yek bi rastî jî pêk hat, cara yekemîn ji 2011`an ve şandeyeke wezîrên Lubnanê serdana Sûriyê kir. Li Emanê li ser asta wezîran bi tevlêbûna Sûriyê civînak li dar ket. Ya sêyem; erêkirineke veşartî ya vegera hikumeta Şamê ji Dera El-Beled re. Ev yek ji ber 2 sedeman pêk hat; a yekê, sererastkirina bi dehan kîlometreyan ji xeta gazê û ya din sepandina ewlehiyê li ser sînorên Urdunê.

Hevdîtina sêyem, sîwana herî fireh e anku diyaloga Sûriye-Amerîkayê ye. Hat lihevkirin ku hevdîtinek di navbera berpirsê Rojhilata Navîn ê Kongreya Amerîkayê Brett McGurk û cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Fryshnin û şandeyê serokatiya Rûsyayê Aleksander Lavrentiev de li Cinêvê di 14 û 15`ê vê mehê de pêk were. Washington di civîna Biden û Pûtîn de şert danîbû ku beriya pêkanîna her diyalogeke siyasî, divê Moskov biryara dirêjkirina dema şandina alîkariya bi rêya sînoran erê bike. Hevdîtina bê li gorî lihevkirineke veşartî di navbera McGurk û Fryshnin de hat eyarkirin ku dê encamên pêkanîna biryarê werin nirxandin, bi taybet vejandina pêşwext, alîkariyên bi rêya sînoran. Lê ya herî girîng dê mijarên siyasî û leşkerî di nav de hebûna Îranê bi taybet li başûr, mijarên leşkerî, siyasî û aborî di navbera rojhilatê Firatê û Şamê de werin gotûbêjkirin. Piştî Efganistanê Amerîkayê biryar da ku li herêmê bimîne.”

‘BINKEFTINA EDALET Û TENMIYE LI MEXRIBÊ REWŞA ÎXWANAN DERXIST HOLÊ’

Têkildarî binkeftina îsmaliyan li Mexribê di hilbijartinan de rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Têkçûna dijwar a Partiya Edalet û Tenmiye ya îslamî li Mexirbê, ji bo projeya îslama siyasî li herêmê û cîhanê derbeyeke îstîsna bû. Dijwariya wê ji têkçûna Îxwanan li Misirê piştî şoreşa 30`yê Hezîrana 2013`an, ne kêmtir bû.

Analîzvan û pisporên kar û barên îslama siyasî got têkoçûna Partiya Edalet û Tenmiye venegare hemleyên li dijî partiyê derketin yan jî lawazbûna wê li ser asta siyasî, lê belê girêdayî têkçûna projeya îslamî ye ku xwedî li dirûşmên ‘Îslam çareserî ye” derketin. Lê dema ev dirûşm li ser erdê pêk hatî islamiyata xwe û dûrahiya xwe ya exlaqî ji dest da û li şûna wê pragmatîzim û opornûtîzim bikar anîn û ji bo ku dewletê û  saziyên wê kontrol bikin, her tişt ji xwe re helal kirin. Ji vê yekê diyar bû ku bikaranîna olê ji bo pêkanîna ajandeyên siyasî wê dawî li her tiştî bîne.”

‘PIRSGIRÊKA SOTEMENIYÊ HINEKÎ ÇARESER BÛ LÊ HIKUMET BI BIN KET’

Girêdayî rewşa Lubnanê rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Alîkarî ji derve hat û pirên peywendiyan hatin avakirin gaz ji Misirê û kehrebe ji Urdunê lê Lubnan veguheriye welatekî ku ji aliyê mafyayeke siyasî ve tê birêvebirin ku xwe di bin sîwana împeratorên keysbaziyê û talankirina mafê gel de diparêzin.

Lihevkirina 4 alî wê bi sponseriya banka navneteweyî pêk were ku wê berdêla anîna gazê ji Misirê re, berdêla bikaranîna erdên Urdun û Sûriyê werin dayîn.

Lê ruxmî vê çareseriyê, hikumet hîna nehatiya avakirin. serokê erkdayî Necîb Mîfatî dibêje ew soza dayîna baweriyê dixwaze. “