Di topbarana hikumeta Şamê ya li ser Dera de du zarok birîndar bûn

Hêzên hikumeta Şamê bajarokê Tisîl û Nafîe yên gundewarê rojavayê Dera topbaran kir, di encamê de 2 zarok birîndar bûn.

Di topbarana hikumeta Şamê ya li ser Dera de du zarok birîndar bûn
10 îlon, 2021   07:22
NAVENDA NÛÇEYAN

LI gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), hêzên hikumeta Şamê bajarokên Tisîl û Nafîe yên gundewarê rojavayê Dera topbaran kir. Di encama topbarana li ser bajarokê Tisîl de 2 zarok birîndar bûn, rewşa yekî ji wan xeter e.

SOHR`ê di 8`ê Îlonê de ragihandibû ku erebeyeke leşkerî ya hêzên hikumeta Şamê li ser rêya El-Şebreq a gundewarê rojavayê Dera hatibû hedefgirtin û di encamê de 7 leşkerên hikumetê hatibûn kuştin û 3 jî birîndar bûbûn.