Riyad Derar: Li Dera û herêmên dîtir pêwîstî bi rêbazeke şoreşgerî heye

Riyad Derar got Dera ket navbera du vebijêrkan; an wêrankirin an radestbûn û Rûsya hewl dide hikumeta Şamê li ser pêyan bihêle da ku hebûna wê li welat rewa bike, lê pêwîstî bi rêbazeke din a şoreşgerî heye ku xwe dispêre berxwedana aştiyane.

Riyad Derar: Li Dera û herêmên dîtir pêwîstî bi rêbazeke şoreşgerî heye
10 îlon, 2021   06:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî pêşdeçûnên li Dera ya başûrê Sûriyê, hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Riyad Derar axivî.

Hêzên hikumeta Şamê cara yekê ye ku ji 2011’an ve, piştî topbaran û êrişên bejahî ji 3 aliyan ve û ambargoya zêdetirî du mehan li ser bajêr, derbasî Dera ya başûrê Sûriyê bûn.

‛RÛSYA LI DERAYÊ JI BO SERWERIYA HIKUMETA ŞAMÊ DIXEBITE’

Têkildarî vê yekê, Riyad Derar wiha got: "Rûsya hewl dide ji nû ve hebûna hikumeta Şamê li welat rewa bike. Rejîma Beşar Esed sîwana rewa ya hebûna Rûsya û Îranê ye ku hevrik in, lê ne li dijî hev in. Lê di navbera wan de hevkariya rolan heye. Dera û ji bilî wê bajarên dîtir xistine nava du vebijêrkan; an wêrankirin an jî radestbûn. Dewletên hegemon hişt ku hikumeta Şamê bêyî guhdana tu qanûn an jî rêgezên exlaqî, hêzê bi kar bîne û Rûsya jî bi rêya peymanan karî hêzên berxwedanê lawaz bikira."

Dera ji nav 4 herêmên dîtir ên Sûriyê; Idlib, Xûta Şerqiye û bejahiyên Humis û Hemayê bû. Rûsya, Îran û dewleta Tirk der barê van herêman de di civîna Astanayê ya Gulana 2017’an de li ser "herêmên bêçek" gihaştin lihevkirinekê.

Rûsya bi Tirkiyê re bi rêya rêveçûnên Astana û Soçiyê bi ser ket ku fermanên xwe li ser sûriyên li herêmên komên çete yên li Humis, Şam û Hema ferz bike û wan bixe nava bijarteya sekna li hember hikumeta Şamê ya bi piştevaniya Îran û Rûsyayê yan jî koçberî herêma Idlibê û herêmên bakurê Sûriyê bike ku dewleta Tirk berê dagir kiribû û bi sed hezaran Kurd lê dabûn koçberkirin.

Derar behsa girîngiya serweriya li ser Dera ji bo hikumeta Şamê di vê merheleyê de kir û wiha pê de çû: "Dera niha ji bo siyasetên xwe ku hikumeta Şamê dixwaze li rêxistinbûna erebî vegere xaleke girîng e, ji lew re em vê yekê di rêbazên rejîmê de dibînin ku li rêxistinbûna erebî vegere. Li aliyekî din jî kaxizên bi nav hev ketine ji mijara gaz, kehrebe û çareseriya Lubnanê ev hemû rêbaz ji rêbazên vegera hikumeta Şamê ne. Ji ber ku Dera li herêmekê pir girîng e, bandorê li demografî û li herêmên derdora xwe dike. Destpêkê xebat bi rêya lihevanînan bû û niha bi rêya hêzê ne ku wan herêman vegerînin."

Li gorî gelek çavkaniyên herêmê, hêzên hikumeta Şamê nêzî 50 hezar şêniyên Dera di hefteya borî de ber bi gund û herêmên derdorê ve koçber kirin.

‛ÇAREYA HERÎ GUNCAW XWESPARTINA LI PROJEYA HEMWELATÎBÛNA RAST E’

Hevserokê MSD’ê Riyad Derar têkildarî vê yekê ev tişt got: "Pêwîstî bi rêbazeke din a şoreşgerî heye ku berxwedana aştiyane û wergirtina piştgiriya girseyî û guhartineke demokratîk esas digire da ku xwe bispêre rêbazên nûjen hem li Dera hem jî li tevahî herêmên Sûriyê."

Riyad Derar wiha dawî li axaftina xwe anî: "Çareya herî guncaw ew e ku xwespartina li projeya hewlwelatîbûna rast ji tevahî şêniyên Dera û herêmên dîtir ên Sûriyê re çêbe ku hevpeymaneke civakî îmze bikin û tê de bi mafên tevahiyan werin îtîrafkirin. Divê tu cudahî nekeve navbera pêkhateyan û mafên wan di destûrê de hebin. Divê hemwelatîbûn bingeha xebata demokratîk be, xwe bi xwe bi rê ve bibin û welat bi rê ve bibin. Divê kesên li ber xwe daye û di oxira azadiyê de xwîn rijandine, xwe bispêrin vê nêrînê. Ev rêbaz rêbazeke xebata dirêj e ku di dema pêş de divê were kirin."

(fr)

ANHA