Ji girtiyên Behdînan peyam û ji Rêxistina 17’ê Sibatê daxuyanî

Yek ji girtiyên Behdînanê Eyaz Kerem bi peyameke deng diyar kir ku wan dest bi greva birçîbûnê kir, li gel wê jî Rêxistina 17’ê Sibatê ya Mafên Mirovan têkildarî rewşa girtiyên Behdînanê daxuyaniyek da.

Ji girtiyên Behdînan peyam û ji Rêxistina 17’ê Sibatê daxuyanî
9 îlon, 2021   19:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Yek ji girtiyên Behdînanê Eyaz Kerem têkildarî rewşa girtiyên Behîdananê peyameke bideng ji çapemeniyê re şand û got hevrêyên wî dest bi greva birçîbûnê kirine, her wiha Rêxistina 17’ê Sibatê jî têkildarî rewşa girtiyên Behdînanê daxuyaniyek da û metirsiya xwe anî ziman.

Di peyama Eyaz Kerem de wiha hate gotin: “Îro ew ji girtîgeha Asayîşê veguhestin girtîgeha Çaksazî ya Gewran, li wir her çiqasî xwestine bi hev re bin, lê jı hev cuda kirine. Her yek birine cihekî û agahiya wan ji hev nîne. Rewşa wan li girtîgehê gelekî xerab e. Doza me siyasî ye. Li girtîgehê îşkenceya derûnî û bedenî li me dikin. Îfadeya me guhertine. Rê nedan em parêzerên xwe bibînin.”

Eyaz Kerem bang li Komîsyona Mafê Mirovan a Parlamentoya Herêma Kurdistanê kir ku rewşa girtiyên ketine greva bişopînin.

Rêxistina 17’ê Sibatê ya Mafên Mirovan têkildarî rewşa girtiyên Behîdanê ev daxuyanî da:

 “Rewşa 5 girtiyên Behdînanê di metirsiyê de ye ku 6’ê Îlonê dadgehkirina wan hate paşxistin. Li dijî vê biryarê dest greva birçîbûnê heta mirinê kirine. Lewma rewşa tenduristiya wan xerab e. Ji ber ku dest ji vexwarina avê jî berdane. Şêrwan û hevrêyên xwe, girtiyên Behdînan ên hatin cezakirin, ji derveyî Guhdar Zêbarî hemû veguhestine Girtîgeha Çaksazî ya Gerwran. Lê, greva wan a birçîbûnê berdewam e. Îro diyarkirin ku wê berdewam bikin.”