Ji Mîhrîcana Hawar 14 kes ji bo qonaxa duyem hatin hilbijartin

Komîteya Nirxandinê ya Mîhrîcana Hawar a Stranan a 3`yemîn ji 21 beşdaran 14 ji bo qonaxa duyem a mîhrîcanê hilbijart.

Ji Mîhrîcana Hawar 14 kes ji bo qonaxa duyem hatin hilbijartin
Ji Mîhrîcana Hawar 14 kes ji bo qonaxa duyem hatin hilbijartin
Ji Mîhrîcana Hawar 14 kes ji bo qonaxa duyem hatin hilbijartin
Ji Mîhrîcana Hawar 14 kes ji bo qonaxa duyem hatin hilbijartin
Ji Mîhrîcana Hawar 14 kes ji bo qonaxa duyem hatin hilbijartin
Ji Mîhrîcana Hawar 14 kes ji bo qonaxa duyem hatin hilbijartin
Ji Mîhrîcana Hawar 14 kes ji bo qonaxa duyem hatin hilbijartin
9 îlon, 2021   19:11
ŞEHBA

Mîhrîcana Hawar a Stranan a 3’yemîn bi diruşmeya "Çanda resen dengvedana serdemê ye" li kampa Berxwedan a navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê li dar dikeve.

Bername bi straneke koma sêyem dest pê kir.

Piştre endamên koma sêyem; Şervan Mihemed, Bêrîvan Seydo, Nûjîn Berekat, Ehmed Îso, Mehmûd Seydo, Rojana Belko û Muslim Şêxo yek yek stran.

Piştî navbera kurt, komîteya nirxandinê ya mîhrîcanê navên beşdarên ku derbasî qonaxa duyemîn a mîhrîcanê bibin, hilbijartin.

Beşdarên hatine hilbijartin ev in, Mistefa Şêxo, Îbrahîm Ebdo, Zêrîn Îbiş, Mihemed Osman, Nûjîn Berekat, Serhed Seydo, Ehmed Beyrem, Fikret Heco, Ezdam Musa, Mihemed Îbiş, Mêrvan Zîbar, Rojana Belko, Seydo Horo, Ferîde Tarî.

Qonaxa duyemîn a mîhrîcanê dê 14'ê Îlonê li kampa Berxwedanê dest pê bike û 2 rojan dewam bike.

(eh)

ANHA