Gerînendeya Tenduristiyê ya Dêrazorê beşa 3 a derziyên li dijî Covid-19 belav kir

Gerînendeya Tenduristiyê ya Dêrazorê pêngava sêyemîn a belavkirina derziyên li dijî vîrusa Koronayê (Covid-19) li herêma rojhilat da destpêkirin.

Gerînendeya Tenduristiyê ya Dêrazorê beşa 3 a derziyên li dijî Covid-19 belav kir
9 îlon, 2021   15:13
DÊRAZOR

Piştî belavbûna beşa yekemîn a derziyên li dijî vîrusa Koronayê li şêniyên gundewarê rojhilat ê Dêrazorê, Gerînendeya Tenduristiyê ya girêdayî Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêngava sêyemîn a dayîna derziyan da destpêkirin. Di pêngavê de derziyên li dijî koronayê didin kesên ku berê carekê li xwe xistine û kesên ku tu carî derzî li xwe nexistine.

Têkildarî mijarê, serokê tîma tenduristiyê ya çavdêriya belavkirina derziyan, Mihemed Ewad El-Şewax diyar kir bi hevkariya Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, Gerînendeya Tenduristiyê ya Dêrazorê miqdareke nû ya derziyên li dijî vîrusa Koronayê wergirtin û li gundewarê rojhilat ê Dêrazorê pêngava derzîkirinê da destpêkirin. El-Şewax diyar kir li navenda tenduristiyê ya bajarokê Mihêmîda derzî tê dayîn.

/ar/uploads/files/2021/09/09/140957_mvi_9661.mp4.00_00_03_14.still001.webp

El-Şewax got, derzî didin kesên ku berê carekê li xwe xistin û kesên ku tu carî li xwe nexistine û got: "Yên ku birina derziyan temam neke mîna ku li xwe nexistiye."

Mihemed Ewad El-Şewax destnîşan kir ku derziyan didin kesên 18 sal û jor de, xebatkarên tenduristiyên û nexweşên giran û got, pêngava derzîkirin îro dest pê kir û dê bi kêmanî 20 rojan dewam bike.

Her wiha diyar kir ku kartan didin kesên ku carekê derzî birine da ku piştî mehekê derziyan din bibin.

Hemşîreyê li nexweşxaneya Kisrayê Ebduselam El-Kirêd destnîşan kir ku wî derziya li dijî Koronayê biriye û bang li her kesî kir ku ew jî derziyan li xwe bixin û wiha got: "Em xebatkarên tenduristiyê raste rast bi nexweşxan re ne û ji bo ku xwe û şêniyan biparêzin me derzî birin. Derzî niha li navenda tenduristiyê ya Mihêmîdayê hene."

ANHA