​​​​​​​Kongreya Desteya Perwerdeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir

Kongreya Desteya Perwerdeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya Yekemîn li bajarê Tebqayê dest pê kir.

​​​​​​​Kongreya Desteya Perwerdeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir
9 îlon, 2021   09:30
TEBQA

Bi sedan mamoste û hevserokên komîteyên perwerdeyê yên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha hevserokê Desteya Perwerdeyê, hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û endamên Meclisa Sûriya Demokratîk tev li kongreyê bûn.

Di destpêka kongreyê de hevseroka Desteya Perwerdeyê Kewser Doko bi zimanê kurdî û hevserokê Desteya Perwerdê Receb El-Muşrif bi zimanê erebî xêrhatina beşdaran kir û yekemîn kongre li hemû beşdaran pîroz kir.

Receb El-Muşrif berxwedana şehîdan silav kir û piştrast kir ku tiştê ku niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê diqewime, xwesteka jiyana hevbeş di navbera pêkhateyên herêmê de nîşan dide. 

El-Muşrif diyar kir ku di şert û mercên dijwar de û nebûna derfetên rastîn ên destpêkirina pêvajoya perwerdeyê, ji avahiyên dibistanan, pirtûk, pisporên perwerdeyê û îdarî, ew neçar man ku xwe bispêrin derfetên heyî yên rêveberiyê.

Xebatên kongreyê bi nîqaşkirina rewşa perwerdeya li herêmê û zehmetiyên ku ew di pêşveçûna pêvajoya perwerdeyê de dikişînin, berdewam e.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/-VxIEhe_maA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>