Sîhanok Dîbo: Em ji bo hevdîtinên çareseriyê amade ne-HATE NÛKIRIN

Sîhanok Dîbo, destnîşan kir ku veguherîneke niştîmanî Sûrî li pêşiya wan e û got: “Di demên pêşî de em difikirin ku kongreyeke opozîsyona Sûriye ya demokratîk û nîştimanî çêbikin.”

Sîhanok Dîbo: Em ji bo hevdîtinên çareseriyê amade ne-HATE NÛKIRIN
9 îlon, 2021   08:25
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Dîbo, bal kişand ser komên çekdar ên ji Derayê ber bi Babê ve hatine veguhastin û anî ziman ku ev şêwazeke komkirina komên tundraw e. Ev di encama lihevkirina Tirkiyê û hikumeta Şamê de, her wiha bi razîbûna Îran û Rûsya ye ku li ser tasfiyekirinê pêk hatiye. Dîbo bi pirsa, “Gelo wê Talîbanekî nû li herêmên Bakur û Rojavayê Sûriyê çêbikin?” bal kişand ser planên van hêzan ên muhtemel.

Endamê Desteya Serokatiya MSD`ê Sîhanok Dîbo der barê geşadanên li Sûriyê û herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyê de ji me re axivî û diyar kir ku beriya bingeha têkiliyên di navbera hikumeta Şamê û welatên herêmê de çêbibin divê gavên wekî çareseriyêke demokratîk ji pirsgirêka Sûriyê re bên avêtin.  

Dîbo têkildarî daxuyaniya Serçeteyê Heyet Tehrîr El-Şam Ebû Mihemed Colanî yê der barê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, da zanîn ku ev encama lewazbûna aliyê ku temsîl dike derdixe holê.

`PIŞTÎ DAXUYANIYA ESAD TU GAV NEHATINE AVÊTIN`

Dîbo, ji bo daxuyaniya Beşar Esad ku gotibû "Wê Sûriye venegere beriya 2011'an. Dikare bi rêveberiyeke nenavendî bê birêvebirin" de jî anî ziman ku heya niha tu gavên pratîkî nehatine avêtin û got: “Nenavendî çareseriya giştî Sûriyê ye. Ev helwestekî gelekî li pêş e. Lê gelek rengên nenavendîbûnê wekî nenavendiyên şeklî, rasteqînî û yên ku dihele asta rêveberiya welatekî li pêş be yan jî li paş be hene.  MSD’ê jî xwe dispêre nenavendiya yekgirtiya welatan û di heman demê de her herêm dikare xwe bi xwe bi rê ve bibe bêyî ku bandorê li erkên hikumeta navendî bike. Di vê demê de teqezkirina nenavendî gaveke erênî ye. Nenavendiya îdarî ya xwecihî ew perçeyek ji Rêveberiya Xweser e, lê nakeve şûna Rêveberiya Xweser. Rêveberiya Xweser bûye nenavendiya demokratîk û pê re aloziya Sûriyê û hemû herêmên Rojhilata Navîn çareser bike.

Heya niha di aliyê pratîk de tu hevdîtin di navbera me û hikûmeta Şamê de çênebûne. Lê em berê jî û niha jî ji hevdîtinan re amade ne. Ji bo diyalogên rasteqîn çêbibin divê garantorek hebe ku bikaribe her du aliyan bîne gel hev û gavên biberdewam bên avêtin.”

`BINGEH Û FIRSANDÊN WAN TÊKILIYAN TUNE NE`

Ev demekê hin welat û dewlet bi hikumeta Şamê re dicivin û têkiliyan datînin. Dîbo, têkildarî van têkiliyan de diyar kir ku ger ev têkilî li ser esasê biryara navneteweyî 2254, 2118 û daxuyaniya Cinêvê ya 2012`yan pêş bikevin û di çareseriya pirsgirêka Sûriyê de rol bilîzin wê gaveke erênî bê avêtin û got: “Ger bixwazin meşrûyetekê ji hikumeta Şamê ya desthiladar a navendî re çêbikin wê demê her kes wê di aloziyê re derbas bibe. Ji bo avakirina têkiliyan helwestên ku tên dayîn zû qut dibin. Astengî li pêşiya têkiliyan çêdibe. Beriya bingeha têkiliyên di navbera hikûmeta Şam`ê û welatên derdorê de çêbibin divê gavên wekî çareseriyêke demokratîk ji pirsgirêka Sûriyê re bên avetin. Derveyî vê wê têkilî tenê di aliyê ragahandin, hesabên herêmî û navdewletî de bimînin. Bingeh û firsendên wan têkiliyan tune ne.”

`REWABÛNA SÛRIYÊ BI ÇARESERÎ Û TUNEKIRINA DAGIRIYÊ WÊ ÇÊBIBE`

Dîbo, destnîşan kir ku xeta xazê ya Misirî ku bişînin heya Lubnan ê û ji Urdun, Sûriyê derbas bibe wekî gavek ji çêkirina têkiliyan şîrove kir û got: “Herêmên Rojhilata Navîn di nav aloziyên zehmet re derbas dibe.  Ji ber wê jî her dixwazin alozî berdewam be û hewl didin rê li pêşiya çareseriya ku tê xwestin bigirin. Van aloziyan bi şêwazê aborî jî dixwazin derxin pêş. Ev xeta xazê ya Misirî ku bişînin heya Lûbnan ê û ji Urdun, Sûriyê derbas bibe gavek ji çêkirina têkiliyan e. Lê derfeta mezin ji rewakirina hikûmeta Şam`ê re wê dernexe û ew ne bi vî rengî ve girêdayî ye. Ji ber îro hin herêmên nêzî cografiya Lubnanê di bin dagirkeriyê de ne. Welatekî ku biryar ji destê wî derketiye, koçber zêde bûne, alozî li pêş e rewabûna wî çênabe. Rewabûna Sûriyê bi çareserî û tعnekirina dagiriyê wê çêbibe.”

GELO HEWL DIDIN KU TALÎBANEKÎ NÛ AVA BIKIN?

Dîbo, têkildarî krîza li Dera de anî ziman ku dixwazin vê krîzê belavtir bikin û got: “Dera heya niha tu encameke dawî bi xwe re neaniye. Rewşa li wir aloz e. Tiştên ku li Dera çêdibin hewldan hene ku heman şêwazê li Dûma, Heresta û herêmên cûda yên Sûriyê çêbikin.  Anku teslîm bigirin û berê wan bidin cihekî cûda. Em li dijî vê ne. Rewşa Dera bi diyalogan û biryara navneteweyî ya 2254 de wê çareser bibe.  Derveyî wê teslîmgirtin û tunekirina vîna gelê Dera wê çêbibe. Dera cihekî sembol e. Hikûmeta Şamê yan jî tûndrawên hikûmeta Şam`ê dixwazin bibêjin ‘Carek din em li pêş in.’ Rêkirina komên çekdar herêmên ku Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê dagir kirine di encama lihevkirina navbera Tirkiyê û hikûmeta Şam`ê de pêk hatiye û armanca wan jî tasfiyekirina wan komên tundraw e. Ev li ser razîbûna Îran û Rûsya jî pêk tê. Ev jî dihêle ku pirsgirêk kûrtir bibin. Serkeftina aliyekî binkeftina pêşerojê ye. Ji ber ku pirsgirêk her kûr dibin, xwîn dirije ewqas civaka Sûriyê perçe dibe û li pêşiya dîzaynkirina Sûriyeke demokratîk û nenavendî dibe asteng.  

 

Rêkirina komên çekdar ber bi Babê re şêwazekî komkirina tundrawan e. Lihevkirin yan jî nêrîneke giştî ya navdewletî, herêmî li ser komkirin û siberoja komên çekdar û çeteyan tune ye. Gumanên, gelo wê Talîbanekî nû li herêmên Bakur û Rojavayê Sûriyê çêbibe derdikevin holê.”  
 

`DAXUYANIYA COLANÎ ENCAMA LEWAZBÛNE YE`

Der barê daxuyaniya Serçeteyê Heyet Tehrîr El-Şam Ebû Mihemed Colanî yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de jî Dîbo da zanîn ku ev encama lewazbûna aliyê ku temsîl dike derdixe holê û ev tişt lê zêde kir: “Girêdana wan a DAIŞ, El-Qaîde, MÎT`ê eşkere ye. Ev ne helwestekî nû ye. Ji xwe zêdetirî vê helwestê em texmîn nakin bidin. Rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne wekî Efganîstanê ye. Em bi xwejî ne pêre ne ku tu hêzên biyanî li Sûriyê bimînin. Heya ku dagirkerî hebe em nikarin behsa çareseriyê jî bikin. Îro Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê sembola aştiyê ye. Ji ber wê jî Colanî heya yên ku piştgirî didin wî taybet jî Tirkiyê di nav metirsiyê de ne. Dibe ku di aliyê şeklî de nakokî di navbera wan de hebin, lê di aliyê tesfiyekirina projeya biratiya gelan û jiyana hevbeş ya di Rêveberiya Xweser de bi hev re muttefîkin.”

HER DU REJÎM NEÇARÎ HEVDÎTINAN IN

Dezgehên çapemeniyê ragihand ku Serokê Îstixbarata Tirkiyê Hakan Fîdan dê di rojên pêş de, bi Serokê Ewlehiya Neteweyî ya girêdayî hikumeta Şamê Elî Memlûk re, li Bexdayê bicive.

Têkildarî civîna ku bê lidarxistin a di navbera her du aliyan de Dîbo, ev tişt got: “Tirkiyê di nav aloziyê de ye. Rejîma AKP’ê aloziyeke mezin bi xwe re anî ku aloziya wan ji ya Sûriyê mezintir e. Her du rejîm jî ji aloziyê derbas dibin. Dixwazin bi her şêwazî hevdîtinên xwe bidin pêş. Lê hevdîtinên ku welatên wiha pêk tînin encama mecbûriyetê ye. Ne bi razîbûn û keyfxweşiya wan ev hevdîtin pêk tên. Her du rejîm jî gelek ditirsin ku çareseriyek demokratîk li derdora wan çêbibe. Ev hevdîtinên ku çêdibin hevdîtinên tirsa ji çareseriyê ne.”

`VEGUHERÎNEKE NIŞTÎMANÎ SÛRÎ LI PÊŞIYA ME YE`

Sîhanok Dîbo, bal kişand ser serdanên şandeyên wan yên di pêşerojê de, xebatên pêşiya wan û got: “Dêriyê Til Koçer her di rojeva me de ye. Ger pêşerojê de hevdîtinên me bi Rûsan û Amerîkan re çêbibin vekirina deriyê Til Koçer wê mijara pêşîn be. Veguherînek niştîmanî Sûrî li pêşiya me ye. Di hundirê Sûriyê de em ê gavên pratîk biavêjin. Di demên pêşî de em difikirin kongreyeke opozîsyona Sûriye ya demokratîk û niştîmanî çêbikin. Em dixwazin komekî rasteqîn ku ne şeklî be çêbikin. Heya ku nebe komekî rasteqîn em ê çênekin.”

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/kUfD5i_82uc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>