Pirsgirêkên teknîk ên di stasyona El-Sor de tên sererastkirin

Di stasyona avê ya li herêma El-Sor a li bakurê Dêrazorê de, pirsgirêkên teknîk derketin û bû sedema derengmayîna gihandina ava vexwarinê li bajarê Hesekê. Berpirsên projeyê destnîşan kir ku sererastkirina stasyonê û sererastkirina xetên avê didome.

Pirsgirêkên teknîk ên di stasyona El-Sor de tên sererastkirin
9 îlon, 2021   08:29
HESEKÊ- BASIL REŞÎD

Tevî dûrbûna bajarê Hesekê ji çemê Firatê, lê Desteya Rêveberiya Herêmî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi rêya komîte û rêveberiyên xwe yên li kantonê, projeya kişandina ava Firatê ber bi Hesekê ve, bi dawî kir.  Proje di 1'ê Îlonê de ket qonaxa caribandinê.

Proje piştî sererastkirina xetên avê, her wiha stasyonên avê yên di navbera çemê Firatê û bajarê Hesekê de, derbasî qonaxa ceribandinê bû.

Li gorî berpirsên projeyê, pirsgirêkên teknîk ên di stasyona avê de li herêma El-Sor a  bakurê Dêrazorê, bû sedema derengmayîna gihandina ava vexwarinê li bajarê Hesekê.

Berpirsên projeyê destnîşan kir ku pêvajoya sererastkirina stasyonê û sererastkirina xetên avê didome. Her wiha piştî bidawîbûna vê projeyê dê qonaxeke cerbandinê ya nû dest pê bike.

(dx)

ANHA