Komîteya Tendurstiyê li Dêrazorê derziyên Koronayê li welatiyan dan

Komîteya Tenduristiyê li gundewarên rojhilatê Dêrazorê beşa yekemîn a derziyên Koronayê (Covid-19) li welatiyan xistin.

Komîteya Tendurstiyê li Dêrazorê derziyên Koronayê li welatiyan dan
9 îlon, 2021   12:35
DÊRAZOR

Derzî li kesên temenê wan zêdetirî 18 saliyê tên xistin. Tê payîn ku heta 15 rojan ev hemle dewam bike.

Derzî li Nexweşxaneya Zîban û Nexweşxaneya Hecîn a giştî ya li gundewarên rojhilatê Dêrazorê tê danîn.

Hêjayî gotinê ye ku ev cara yekemîn e deriziyên Koronayê li gundewarên rojhilatê Dêrazorê têne danîn.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/QNofaIMMw6E" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>