Parêzeran xwest rêber Ocalan bibînin

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo ku hevdîtinê bi rêber Ocalan re bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzeran xwest rêber Ocalan bibînin
7 îlon, 2021   10:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan, Newroz Uysal, Ibrahîm Bîlmez, Mazlûm Dînç û Serbay Koklu dîsa serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan û xwestin ku miwekîlê xwe bibînin.

Ji sala 1999'an û vir ve ku rêber Abdullah Ocalan hêsîr hate girtin, li Girtîgeha Tîpa F'yê ya Bi Ewlehiya Jidiyayî ya Imraliyê tecrîda giran li ser tê danîn.