Nivîskarekî misirî pêşniyara avakirina peymangeheke erebî-kurdî kir

Nivîskar û rojnamevanê misirî Mihemed Şeîr balê dikişîne ser avakirina peymangeheke erebî-kurdî ji bo sererastkirina agahiyên biguman û nêzîkkirina nêrînan. Şeîr bang li Yekitiya Ereban kir ku di wê derbarê de rolekê bilîze.

Nivîskarekî misirî pêşniyara avakirina peymangeheke erebî-kurdî kir
7 îlon, 2021   10:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîskar û rojnamevanê ji Misirê Mihemed Şeîr bi sernavê “Kurd… gelê herî zêde li ser rûyê erdê êş kişandiye” di rojnameya El-Ehram a Misirê de nivîsek belav kir û tê de bal kişand ser têkiliyên Kurd û Ereban.

Şeîr di nivîsa xwe de wiha dibêje: “Li vê herêma me, di dîrokê de behsa 3 neteweyên mezin tê kirin; Ereb, Faris û Tirk. Lê belê neteweyeke din a girîng ku xwedî dîrok û şaristanî ye, ji bîr dikin. Ew berê xwedî dewlet û împaratorî bûn, lê belê jiyan li wan zivirî û êdî tenê banga mafên jiyana azad û aştiyane dikin… em behsa Kurdan dikin.

Gelek ji wan têgeha “ekrad” ku ew jî pirjimariya “Kurd” e, red dikin, ji ber ku wê têgehê wek biçûkxistina xwe dibînin. Heman ferq ji bo “Ereb” û “Erab” derbasdar e. Lê belê rastiya ku îro tê de dijîn, asta qirêjiya lîstokên siyasetê û şerê li diîj wan nîşan dide. Bi wê siyasetê û wî şerî ew kirin çar parçe (Iraq, Sûriye, Îran, Tirkiye), çar welatên ku her sê neteweyên mezin ên me bi bîr xistine, wan kontrol dikin."

Nivîskar Mihemed Şeîr îşaretê bi pirtûka nivîskar û rojnamevan Fethî Mehmûd ya bi navê “Têkiliyên Kurd û Ereban” dike ku vê dawiyê derketiye. Di wê pirtûkê de detayên doza kurdî, dîroka Kurdan, rewşa wan a niha, şer û têkiliyên wan û rêbazên gengaz ji bo çareserkirina pirsgirêka wan dike û vê pirse dike; pirsa girîng ku divê Ereb destpêkê bersiva wê bizanin ev e; Kurd kî ne?

Fethî Mehmûd ji bo avakirina diyalogeke mayînde di navbera her du aliyan de, pêşniyar dike ku peymangeheke erebî-kurdî bê avakirin, tê de tevgera peywendî, geştiyarî û wergerê di navbera her du neteweyan de bê aktîfkirin da ku nêrînên wan li ser çandên hev çêbin. Her wiha armanc ew e ku agahiyên biguman bên sererastkirin û nêrîn nêzî hev bên kirin.

Fethî Mehmûd bang li Yekitiya Ereban dike ku di wê derbarê de rolê bilîze û dibêje ev pêşniyar girîng e da ku rewşa heyî bê guhertin.

(cx)