‘Talîbanê polîseke ducanî kuşt’

Li gorî dezgehên çapemeniyê, Talîbanê polîseke ducanî li pêş çavên malbata wê kuştiye. Lê berdevkê tevbega Talîbanê Zebîhullah Mucahîd ev îdia derewand.

‘Talîbanê polîseke ducanî kuşt’
7 îlon, 2021   10:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî qetilkirina 2 hunermendan û piştî gelek jin ji tundiyê revîn, Talîbanê roja şemiyê li herêma Xor polîseke ducanî li pêşiya malbata wê qetil kir. Bûyer ji aliyê kurê jina kuştî û xwişka wê ve ji tora CNN re hat piştrastkirin.

Xwişka polîsa hatî kuştin, got navê jina kuştî Nîcar Masomî ye. Her wiha rojnamevanekî xwecih ev bûyer piştrast kir û got wê li girtîgeha Xorê kar dikir û hemla wê 8 mehî bû.

Di dîmenekê de ku CNN`ê weşandiye, kurê jina kuştî yê bi navê Mohemed Henîf bûyerê vedibêje. Henîf got endamên Talîbanê ketine malê; ew, xwişk û birayên wî birine derve û destên wan girê dane. Henîf got: “Li pêş çavên me dayika me bi kêrê kuştin.”

Berdevkê Talîbanê Zebîhullah Mucahîd got haya tevgerê ji bûyerê heye lê Talîban ew nekuştiye û lêpirsînên wan berdewam in. Mucahîd sedema qetilkirina polîsa ducanî vegerand dijminatiyeke kesayetî û got: “Talîbanê hemû karmendên rêveberiya berê efû kirin.”

(şx)