Rojnameyên erebî: Piştî gefên Rûsyayê agirbest li Dera ket meriyetê

Rojnameyên erebî vê sibê der barê rewşa Derayê ya li başûrê Sûriyê, rewşa Efganistanê û reva dîlgirtiyên filistînî ji girtîgeheke Îsraîlê de nivîsandin.

Rojnameyên erebî: Piştî gefên Rûsyayê agirbest li Dera ket meriyetê
7 îlon, 2021   07:47
NAVENDA NÛÇEYAN

‘PIŞTÎ GEFÊN RÛSYAYÊ AGIRBEST LI BAŞÛRÊ SÛRIYÊ PÊK HAT’

Rojnameya Şerq El-Ewsat der barê rojeva Sûriye de wiha nivisî: "Piştî ku Komîteya Navendî ya Dera El-Beled û şêniyan qebûl kir ku lihevkirina 1`ê Îlonê ya ku piştî çend rojan hilweşî, ji nû ve temam bikin, sibeha duşemê polîsên leşkerî yên Rûsyayê û Komîteya Ewlehiyê ya rejîma Sûriyê tevî Komîteya Navendî ya Dan û Standinan derbasî taxa El-Erbeîn a Dera El-Beled bûn û li navenda çareseriyê ya li taxa El-Erbeîn careke din dest bi pêvajoyên çareseriyê kir.

Ev geşedan piştî ku ji nişkê ve şandeyeke leşkerî ya rûsî bi serokatiya cîgirê wezîrê parastinê yê Rûsyayê û fermandarên hêzên Rûsyayê yên li Sûriyê serdana Dera El-Beled kir, rû da.

Li gorî çavkaniyekê komîteya dan û standinê, şandeya Rûsyayê yekşemê gelek civînên berfireh bi şêniyan re û komîteyên navendên Horanê û komîteya ewlehiyê ya hikumeta Şamê ya li Derayê re çêkirin. Cîgirê wezîrê parastinê ferman da hêzên hikumeta Şamê ku topbaranê rawestîne. Demek da komîteyên navendî ku heta saet 10:00`an an bendên lihevkirina 1`ê Îlonê qebûl bike û bi navbeynkariya Rûsyayê pêk bîne, yan jî pirsgirêk dê bi desteka Rûsyayê bi awayekî leşkerî çareser bibe.

Heman çavkanî destnîşan kir ku komîteya dan û standinan a Deraa El-Beled qebûl kir ku vegere dan û standinan û bi Rûsya re li ser madeyên pêwîst diyalogê bike.

Şandeya Rûsyayê soz da ku bi pêkanîna bendên lihevkirinê re dê yekser hêzên ku Dera El-Beled dorpêç kiriye, vekişin û hemû rêyên digihêjin bajar, werin vekirin.

Berdevkê komîteya dan û standinan a Derayê piştast kir ku ji ber sozên ku cîgirê wezîrê parastinê yê Rûsyayê daye ku doprêça ewlehiyê ya li ser taxan bi dawî bibe û hêzên leşkerî vekişin, hişt ku ew ji nû ve dest bi dan û standinan bikin.”

‘EHMED MESÛD JI BO SERHILDANA LI DIJÎ TALÎBANÊ HEWL DIDE EFGANAN KOMÎ SER HEV BIKE’

Têkildarî rewşa Efganistanê rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: “Fermandarê Eniya Berxwedanê ya Efganistanê ku li geliyê Pencşîr bi bin ket, ji bo serhildana li dijî Talîbanê hewl dide efganan komî ser hev bike. Piştî çend saetan ji ragihandin Talîban ku geliyê Pencşîr kontrol kir, Ehmed Mesûd duşemê banga serhildaneke nîştimanî ya li dijî Talîbanê kir.

Mesûd di qeyda deng de ku ji dezgehên çapemeniyê re hatiye şandin, got: "Hûn li ku dibin bila bibin, çi li hundir an jî derve ji bo rûmetê, azadiyê û pêşketina welatê me divê hûn dest bi serhildaneke nîştimanî bikin."

Mesûd piştrast kir ku hêzên wî hîna li gelî ne û li hemberî Talîbanê li ber xwe didin.

‘6 DÎLGIRTIYÊN FILISTÎNÊ JI GIRTÎGEHEKE ÎSRAÎLÊ REVIYAN’

Girêdayî rewşa Filistînê rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Duh 6 filistînî ji girtîgeheke Îsraîlê reviyan. Rêveberiya girtîgeha Celbû ji vê bûyerê matmayî ma û filistînî daketin kolanan û şahî li dar xistin.

Piştî ku cotkaran hêzên polîsan agahdar kirin ku wan berbanga sibê kesên biguman di nava zeviyan de dîtine, hêzên Îsraîlê bi lez li bakurê Îsraîlê dest bi lêgerînê kir. Ji ber tirsa hebûna tunelên din, rayedarên girtîgehê gelek filîstîniyên girtî veguhastin girtîgehên din.

4 ji filîstîniyên ku revîne, ji ber tawana plankirina êrişan li dijî Îsraîlê yan jî êriş pêk anîne, cezayê muebbetê li wan hatibû birîn.”

(şx)