YPG’ê îdiaya Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a têkildarî teqîna li Efrînê derewand

YPG’ê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker rojane li Efrînê sûcên mirovahiyê li dijî gelê herêmê pêk tîne û hewl dide pê hêzên wan tawanbar bike. YPG’ê destnîşan kir ku tawanbariya Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a têkildarî teqîna li Efrînê derew e.

YPG’ê îdiaya Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a têkildarî teqîna li Efrînê derewand
7 îlon, 2021   09:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG têkildarî îdiayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk îro daxuyaniyek da. YPG’ê da zanîn ku îdiaya têkildarî teqîna li Efrînê ya 5’ê Îlonê ku hêzên wan pêk aniye, derew e.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê di berfirehiya daxuyaniya xwe de ev agahî dan:

“Dewleta Tirk a dagirker û komên çete, li Efrînê, her roj êriş û qirkirineke din li ser pêkanînên xwe yên derveyî mirovahiyê zêde dikin. Dagirker hem demografyaya herêmê diguherînin, hem xwezaya herêmê qetl dikin, hem jî her roj qirkirineke nû pêk tînin. Komên çete ku di nav vê dagirkeriyê de cihê xwe digirin, her roj bi hev re di nav pêvçûnan de ne, li gel vê jî li ser gelê herêmê her cure zext û zordariyê ferz dikin. Kesên ku li hember dagirkeriyê stû netewînin, tên kuştin. Dewleta dagirker û komên çete dixwazin ev qirkirin û êrişên ku bi xwe dikin, wekî ku hêzên me ew pêk anîne, bidin nîşandan.

Roja 5’ê Îlonê, li Efrînê teqînekê rû da. Ev teqîn ji aliyê Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk ve, wekî ku ji aliyê hêzên me ve hatiye kirin, hat nîşandan. Ev îdiayê dewleta Tirk a dagirker ne rast e. Armanca nûçe û daxuyaniyên bi vê awayî, şerê psîkolojîk e. Divê gelê me û raya giştî ya cîhanê bi daxuyaniyên dewleta dagirker bawer nekin.”