Efganistan… dagirkirin, piştevaniyeke veşartî û hilweşandina împaratoriyan - 1

Efganistan… dagirkirin, piştevaniyeke veşartî û hilweşandina împaratoriyan - 1
7 îlon, 2021   07:07
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA EL-HEBÎB

Girîngiya endnîgarî û avabûnê; sînorên bi plan hatine nexşekirin

 

Îngilîzan navê "goristana împaratoriyan" lê kir û serokê Amerîkayê Jeo Biden re ev nav bi bîr xist. Gelo çima Efganistan di dirêjahiya dîroka xwe de di navbera împratoriyên mezin ên cîhanê de bû? Gelo çima ev împratorî nema? Gelo çareya veşartî ya vî welatî çi ye?

Heta bi sedan salan împaratoriyên cuda çavên xwe berdabûn Efganistanê, her wiha Efganistan bûbû qadeke şerê sar. Piştre veguherî cihekî veşartinê yê tijî şikeft û vê dawiyê jî li hemberî mezintirîn hêza leşkerî a cîhanê (Amerîka) sekinî ku piştî şerê 20 salan bi lez û bez jê vekişiya.

Di vê dosyayê de ku ji 4 beşan pêk tê, em ê behsa dîroka vî welatî û şerê hêzên mezin li ser wî, heta vekişîna Amerîkayê û desthilata Talîbanê bikin û em ê çareseriya pirsgirêka Efganistanê ku heman pirsgirêk li welatên Rojhilata Navîn jî heye, nas bikin.

ERDNÎGARIYA EFGANISTANÊ; SÎNORÊN BI PLAN HATINE NEŞXEKIRIN

Erdnîgariya wê ya li naverast û başûrê Asyayê, dihêle ku Efganistan xwedî girîngiyeke stratejîk a mezin be. Efganistan dikeve naverasta herêmekê ku tê de pir etnîk, pir berjewendî û pir îdeolojî hene, her wiha tê de armanc û niyetên dewletên mezin û dewletên derdora wê tên gel hev. Ji ber wê jî ev welat yek ji qadên herî germ ên cîhanê ye.

Efganistan li rojhilatê Îranê ye. Ji ber ku ew nêzî çiyayên Hîmalaya ye, Efganistan bû xala girêdanê ya di navbera împaratoriyên mezin ên li Asyaya Navîn, Rojhilata Navîn û nîvgirava Hindistanê de.

Dîroknasê mezin Arnold Toynbee destnîşan kir ku şaristaniyê ji dergûşa wê Mezopotamyayê dest pê kir, vê yekê bi nexşeya cîhanê ya kevn eşkere dike, Sûriye û Efganistanê dixe sinifandina dawî ji ber ku dikevin her du herêmên navdar. Ji ber Sûriyê navgîna şaristaniyên ku li Ewropa, Afrîka û Asya ava bûne. Di heman demê de Efganistan li ser rêyên di navbera şaristaniyên Hindistan, rojhilatê Asyayê, naverasta wê û Rojhilatê Navîn de ye û piştre derbasî Ewropayê dibin.

Arnol Toynbee wiha gotibû: "Bihesibîne ku tu ne li Ewropayê yî, lê li Iraqê bî û dê diyar bibe ku tu li ser rêya cîhanê ya kevn î ku ber bi Helebê ve diçe û nîvê din jî ber bi Bagramê ve diçe." Li Bagramê mezintirîn baregeha leşkerî ya Amerîkayê ya li Efganistanê hebû.

Toynbee destnîşan dike ku Bagram rojekê ji bo Îskenderê Mezin dê bibe dewleta leşkerî ya  Kabeesh Kanish, di heman demê de dê bajarê Îskenderiyê mîna ya Îskenderê Mezin li Kafkasyayê ava kiribû, lê bihata avakirin.

JI BO PÊŞÎLÊGIRTINA RÛSYAYÊ

Girêdayê vê yekê, rêber Abdullah Ocalan di parêznameya xwe ya bi navê ‘Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk’ de wiha dibêje: "Dewleta Îranê, ku li ser textê wê çend xanedan rûniştibûn, piştî Şerê Cîhanî yê Yekemîn wekî netewedewleteke nûjen ku li gorî hesabên Îngilistanê ji bo hegemonyayê hat avakirin, mîn di komara Tirkiyê û Efganistê de bûye.

Brîtanya ku Komara Tirk, Îran û Efganistan qels kir, di vê serdemê de, her yek ji wan wekî netewedewleteke tampon li ser rêya ber bi başûrê Rûsyaya Federal ve. Her wiha nevegerandina van herêman ber bi rejîmên mêtinger ên klasîk ve ne ji lawaziya wê ye, lê belê ji tirsa mezinbûna Rûsyaya Federal e. Polîtîkaya dewleta tampon pergaleke Brîtanyayê ye ku bi gelemperî bi serkeftî pêk tê, ew yek jî ji destpêka sedsala 19’an û heta îro bi rê ve diçe."

SEKNA LI HEMBER ÎRAN Û PARASTINA TACA BRÎTANÎ

Dîroknasê amerîkî Stephen Tanner di pirtûka xwe ya ‘Efganistan… Dîroka leşkerî ji serdema Îskenderê Mezin heta hilweşandina Talîbanê’ de wiha dibêje: "Ez texmîn dikim ku heke Toynbee niha heba dê ji bo rastbûna taoriya xwe ya vegerandina balafirgeha Bagram ji baregeha sereke ji Sovyetê re di salên 80’î ji sedsala 20’an de kêfxweş bibûya. Yan jî dê ne tenê artêşa Amerîkayê, lê belê artêşên Brîtanya, Almanya û Awistralyayê bidîta çawa di destpêka vê sedsalê de li vê nuqteya zindî ya di navbera çiyayên Hindîkoş de bi cih dibin."

Li gorî dîroknasê amerîkî Stephen Tanner çavdêrên ewropî di dawiya sedsala 19’an de sînorê welat bi armanca avakirina dewleteke nimûne nexşe kir. Ew dewlet jî li gorî nêrîna wan li ser sînorê di navbera Hind-Brîtanya û Rûsya ya li naverasta Asyayê de bû.

Ji lew re tê dîtin ku sînorê Efganistanê ji aliyê bakur ve çemê Oxes (Amudria (Gihon)) û ji aliyê başûr ve çemê Harry Rad heye ku rûbirûyî Îranê ye.

Di rûbera navbera wan de, Rûsya tatbîqatên leşkerî pêk anîn, ew jî bi armanca desteserkirina li gola girîng e ku beriya ew li ser xeta sabit a sînor erê bikin.

Li aliyê başûr jî, tu nîqaş li ser sînorê Efganistanê ya bi ser Belûçistanê ve ku dikeve Pakistana nûjen, tune ne. Her wiha ew herêm çolistan e ku ji her artêşekê re xefka mirinê ye.

Li rojhilat jî, nûnertiya brîtanî ya bi serokatiya Mortimer Durand kedeke mezin ji bo diyarkirina xeta ku di naverasta koma Peştûn a etnîkê re diçe, da. Da ku girîngiya siyasî ya Efganistanê kêm bike, di heman demê de mezintirîn avantaja erdnîgarî ji bo parêzvanên brîtanî yên ji bo Taca Brîtanî (Raj) pêk bîne.

Li gorî dîroknas, di encama vê planê de sînorên niha yên Efganistanê li rojhilat in û piraniya wan jî li ser erdê tune ne, êdî tenê taorî ne û li ser çiyayan e û ji bo parastina cewhra Taca Brîtanî rêbazeke baş e.

Dîroknas Stephen Tanner da zanîn ku Mortimer Durand texmîn nekir ku di 1947’an de brîtanî ji Hindistanê derkevin, lê belê texmîn nekir ku dê dewletek bi navê Pakistanê ava bibe. Tevî wê brîtanî û rûsiyan nexşeya Efganistanê nexşe kir ku dewleteke fireh be û rûbera wê 250 hezar mîl kab be (mîna wîlateya Teksasê), di naverasta wê de çiyayên Hindekosh hene û li derdora wê gelek komên etnîkî hene.

Êdî xaka Efganistanê heta bi bakurê rojhilatê Çînê çûye û bûye nêzî 50 hezar mîl kab û weke striyekê di pişta welat de ye. Brîtaniyan ev yek li ser Efganistanê ferz kir da ku Rûsya xaka xwe ber bi sînorê Hindistanê ve mezin û fireh neke.

Sibe: Nakokyên Rûsya-Brîtanyayê û piştevaniya veşartî ya Amerîka-Pakistanê… Talîbanê rêveberiya xwe ragihand

(fr)

ANHA