Li Girê Spî ji ber tunebûna ard firne naxebitin

Çavkaniyekî xwecihî ji bajarê Girê Spî yê dagirkirî ragihand ku li bajarê Girê Spî û gundên wê naxebitin.

Li Girê Spî ji ber tunebûna ard firne naxebitin
6 îlon, 2021   16:17
EYN ÎSA

Li gorî çavkaniyan, li bajarê Girê Spî yê dagirkirî û gundên wê tevahî firne ji ber nebûna ard naxebitin.

Artêşa Tirk û çeteyên wê piştî ku di Cotmeha 2019'an de Girê Spî dagir kir tevahî ambarên genim dizîn û derbasî Tirkiyê kirin. Armanca wê ji vê yekê şêniyên herêmên dagirkirî birçî bike.

ANHA