​​​​​​​Talankirina milkan ji çeteyan re bûye jêdera debarê

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker û kesên ku li Efrînê bi cih bûne, li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê 8 malên şêniyên resen desteser kirin û firotin.

​​​​​​​Talankirina milkan ji çeteyan re bûye jêdera debarê
6 îlon, 2021   15:51
ŞEHBA

Li kantona Efrînê ya dagirkirî talankirina mal û milkên niştecihên resen bê navber berdewam dike.

Çavkaniyekî ji bajarê Efrînê yê dagirkirî diyar kir ku kesên bi navê Mihemed Mûsa Heyanî yê ji bajarokê Heyan ê gundewarê bakurê Helebê ku li Efrînê bi cih bûye, mala welatiyê Kurd Ebdurehman Xoce yê ji gundê Erendê bi 800 dolarî firot.

Çakvanî got, mala Xoce nêzî avahiya Hekmîn a taxa Eşrefiyê ye.

Li gorî çavkaniyan, çeteyên Ehrar El-Şerqiyê jî mala welatiyê Kurd ê bi navê Ehmed Xelîl bi hezar û 400 dolarî firot kesekî ji Idilbê. Ehmed Xelîl ji gundê Dumilya ye û mala wê nêzî dibistana Tişrîn a taxa Mehmûdiyê ya bajarê Efrînê ye.

ANHA