​​​​​​​Artêşa Tirk gundên Zaxo topbaran kirin

Artêşa Tirk a dagirker gundên Minnê û Bankê yên dikeve ser bajarokê Batûfa topbaran kirin. Ji ber topbaranê ceyrana her dû gundan jî qût bû.

​​​​​​​Artêşa Tirk gundên Zaxo topbaran kirin
6 îlon, 2021   15:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Başûrê Kurdistanê bê navber dewam dikin. Li gorî Rojnews, artêşa Tirk a dagirker ji baregehên xwe yên di nava xaka Başûrê Kurdistanê de, gundên Minnê û Bankê yên ser bi bajarokê Batufa ya ser bi Zaxo bi dijwarî topbaran kiriye.

Gorî çavkaniyan ji ber topbaranê agir bi herêmê ketiye, ziyanek mezin gihiştiye xwezayê û ceyrana her dû gundan jî qûtbûye.