Akademiya Şehîd Emgîhan Cudî dewreya yekemîn bi dawî kir

Li Akademiya Şehîd Emgîhan Cûdî dewereya yekemîn a perwerdeyê ya 106 xwendekaran bi şahiyekî bi dawî bû.

Akademiya Şehîd Emgîhan Cudî dewreya yekemîn bi dawî kir
6 îlon, 2021   14:30
KOBANÊ

Şahî li hola Firat a bajarê Kobanê bi beşdariya bi dehan welatî, malbatên xwendekaran, nûnerên Rêveberiya Xweser û saziyên civaka sivîl a herêma Firatê li dar ket.

Şahî bi rêzgirtinê dest pê kir,  piştre bawername li xwendekaran hate belavkirin.

Endamê Rêveberiya Akademiya Şehîd Emgîhan Cûdî Silêman Silêman axivî û got: "Me dît ku pêwîstiya me bi vekirina akademiyeke wiha heye da ku zarokên şehîdên me yên ku nekarîn xwendina xwe ji ber koçberiyê û rewşa şer ku ji 2011`an ve û heta niha dewam dike, werin perwerdekirin."

Komîteya akademiyê bawername li xwendekarên di dewreyê de serkeftine belav kir û diyarî dan deh kesên di rêza yekemîn de serkeftine.

Paşê Koma Botan a girêdayî navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê stran û li ber stranan govend hatin gerandin.

Ev dewre 1`ê Mijdara 2020`an hate vekirin û ji 119 xwendekaran 109 xwendekar serkeftin.

Mamosteyê zimanê îngilîzî yê akademiya Şehîd Emgîhan Cûdî , Ewnî Ezîz Şaban got: "Armanca me ya sereke ew bû ku em zemînekî zanistî ji xwendekaran re ava bikin, her wiha dersan bidin kesên xwendin û nivîsandina wan tune ye ji ber ku bi sedema şer û koçberiyê nekarîn xwendina xwe temam bikin."

Mamoste  diyar kir ku 4 beşên sereke di akademiyê de hene, beşa zimanê kurdî, zimanê erebî, zimanê îngilîzî û fêrkirina computer û got, xwendekar dikare beşekî ji van beşan hilbijêre û kesên di van dewreyê de bi ser bikeve, dikare di saziyên Rêveberiya Xweser de bixebite

Akademiya Şehîd Emgîhan Cûdî di 28’ê Mijdara 2020’an de  ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve hate vekirin. Akedemî ji bo zarok, xwişk, bira û hevjînên pakrewanan hatiye vekirin.

Emgîhan Cûdî bi navê rast Xemê Pusat şervana YPJ'ê bû,  19'ê Tebaxa 2019'an li Kobanê ji ber ku krîza dil  şehîd bû.

 (eh)

ANHA