Şêniyên Hesekê: Em ê li hemberî xiyaneta PDK`ê bisekinin

Şêniyên Hesekê diyar kirin ku ew piştgiriya berxwedana HPG`ê ya li hemberî dewleta Tirk a dagirker dikin.

Şêniyên Hesekê: Em ê li hemberî xiyaneta PDK`ê bisekinin
6 îlon, 2021   10:37
​​​​​​​HESEKÊ

Li gorî Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG`ê, Hêzên Partiya Demokrat (PDK) êrişî komeke gerîla kir ku ji 7 şervanan pêk dihat, di encamê de hemû şehîd bûn.

Di vê çarçoveyê de û ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Başûrê Kurdistanê û hevkariya PDK`ê bi dagirkeran re li dijî Kurdan, rêveberiya herêma Hesekê çalakiyek protestoyî li dar xist.

Bi sedan şêniyên Hesekê li qada Suryan a taxa Nasra kom bûn. Wêneyên rêber Abdullah Ocalan, alên Partiya Yekitiya Demokraîtk û Kongreya Star rakirin.

Di çalakiyê de beşdaran li axaftina endamê Desteya Rêveber a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Murad Karayilan guhdar kir.

Karayilan di axaftina xwe de ev yek destnîşan kir: “Israrek heye ku şer di navbera pêşmerge û gerîla de derkeve. Heta niha tevgera me tu perspektîf nedaye ku em êrişî pêşmerge bikin û pê jî nafikire. Şerê birakujî di vê pêvajoyê de kareset e û şaştiya herî mezin e. Em baş dizanin ku şerê birakujî di vê pêvajoya dîrokî de li ser pêşeroja gelê Kurd xeteriyeke mezin e û li dijî berjewendiya gelê kurd e. “

Paşê endamê Meclisa Giştî ya PYD`ê Mistefa Ehmed axivî û diyar kir ku êrişên PDK`ê li dijî yekitiya Kurd ye.

Ehmed destnîşan kir ku gelê Kurd bi saya fikr û îdeolojiya rêber Abdullah Ocalan û berxwedana gelên herêmê, li Rojhilata Navîn û ji hemû civakên cîhanê re bûye pêşeng.

Ehmed wiha domand: “Dewleta Tirk bi hemû rêbazan êrişên xwe yên li dijî herêmê didomîne. Armanc dike vîna gelên berxwedêr û projeya demokratîk a li herêmê tune bike.”

Ehmed bal kişand ser hewldanên dagirkera Tirk ku dixwaze fîtineyê di navbera Kurdan de derxe û got: “Em hevkariya PDK`ê ya bi dewleta Tirk re red dikin. Em ê li hemberî xiyanetê li ber xwe bikin.”

Ehmed di dawaiya axaftina xwe de got: “PKK`ê piştî vekişîna PDK`ê, Şengal û Mexmûr rizgar kirin, ew hêza rizgarkirina gelan e. Ew vîn û hêza me ye û yên li dijî PKK`ê derdikevin xayîn in.”

Endama Kongreya Star a Hesekê Yusra Ilyas siyaseta dewleta Tirk a dagirker û piştevanên wê şermezar kirin û diyar kir ku armanca dewleta Tirk a sereke têkbirina projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan e ku Rêveberiya Xweser xwedî lê derket.

'PROJEYA ME YA DEMOKRATÎK BERDEWAM E'

Yusra piştrast kir ku gelên herêmê ji bo avakirina civakeke demokratîk a pirrengî ku hêviyên hemû pêkhateyên wê pêk tîne, dê projeya xwe ya demokratîk temam bikin.

Çalakiya protestoyî bi silavkirina berxwedana HPG û şermezarkirina xiyaneta PDK`ê bi dawî bû.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/tmzkJYGq2ao" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>