Kongreya Star: Rêveberiya Xweser berhema Şoreşa 19`ê Tîrmehê ye

Koordînasyona Kongreya Star salvegera sêyemîn a damezirandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û got rêveberî berhema şoreşa 19`ê Tîrmehê ye.

Kongreya Star: Rêveberiya Xweser berhema Şoreşa 19`ê Tîrmehê ye
6 îlon, 2021   10:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro salvegera sêyemîn a damezirandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Bi vê boneyê Koordînasyona Kongreya Star peyama pîrozbahiyê da.

Peyama pîrozkirinê wiha ye: “Bi boneya salvegera sêyemîn a damezirandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, destpêkê em gel xwe, birîndar û malbatên wan û gelên herêmê bi giştî pîroz dikin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk berhema Şoreşa 19`ê Tîrmehê ye, şoreşa xilasiya ji zulm û zordestiya ku pergalên dewletan bi destpêkirina bihara gelan re dimeşandin. Xwedî li vîna azad û fikrê azad derket û li Rojhilata Navîn û cîhanê bi giştî bo nimuneya rêveberiyeke xweser û sivîl ku ji şoreşa Rojava derket û vîn û biratiya gelan xwedî lê derket.

Jinan di hemû saziyan bi taybet pergala hevserokatiyê de cih girt û roleke çalak lîst. Jinan di Rêveberiya Xweser de ji bo belavkirina têgeha rizgarkirina jinan, wekheviya di navber her du zayendan de û xurtkirina jinan di warê amadekirina destûrê û nivîsandina hevpeymana civakî roleke mezin lîst.

Em hemû gelên azadîxwaz, gelê me yê têkoşer û hemû karmendên Rêveberiya Xweser bi vê boneyê pîroz dikin û hêviya serkeftinê ji wan re dixwazin.”

(şx)

ANHA