Kobanî: Barzanî kujerê şehîdên çiyayê Zendûra ye

Bi sedan şêniyên Kobanê bi xwepêşandanekê îxanet û nokeriya PDK`ê ya li dijî gelê Kurd û tevgera rizgariya kurdistanê û êrişa dawîn a PDK`ê li dijî gerîla, şermezar kirin.

Kobanî: Barzanî kujerê şehîdên çiyayê Zendûra ye
Kobanî: Barzanî kujerê şehîdên çiyayê Zendûra ye
Kobanî: Barzanî kujerê şehîdên çiyayê Zendûra ye
Kobanî: Barzanî kujerê şehîdên çiyayê Zendûra ye
Kobanî: Barzanî kujerê şehîdên çiyayê Zendûra ye
6 îlon, 2021   10:06
KOBANÊ

Xwepêşandana bi dirûşma “Meşa rûmetê li dijî îxanetê” hatiye organîzekirin, ji Qada Jina Azad a li bajêr dest pê kir û heta qada Şehîd Egîd dewam kir.  Xwepêşandêran dirûşmên şermezarkirina îxanet û nokeriyê berz kirin.

 Xwepêşandêran pankertên “Barzanî kujerê şehîdên çiyayê Zendûra ye” û wêneyên şehîdên azadiyê, rakirin.

Li Qada Şehîd Egîd, xwepêşandan veguherî mitîngê. Endama Rêveberiya Nivîsgeha Jin a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Sara Xelîl axivî.

Sara got, di demekê de ku dewleta Tirk a dagirker bi hovîtî êrişî herêmên Kurdistanê dike, hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) îxanetê bi birayên xwe yên Kurd re dike.

Sara diyar kir ku wekî dîrok xwe dubare dike, PDK`ê jî îxaneta xwe careke din dubare dike û wiha dewam kir: “Divê em li hemberî îxanetê bibin yek, da ku em yekitî û biratiyê bi ser bixin û dijminan têk bibin.”

Sara diyar kir ku divê bi taybetî jinên Kurd li hemberî îxanetê têkoşîna xwe xurt bikin, ji ber ku îxanetê li hemberî şehîd Bêrîtan dest pê kir.

Sara di dawiya axaftina xwe de îxanet û êrişa PDK`ê li dijî gerîla û şehîdxistina 7 gerîlayan şermezar kir.

 

Piştre Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Hesen Mûsa axivî û destnîşan kir ku di demên dawîn de dewleta Tirk êrişên xwe li dijî herêmê bi hemû rê û rêbazan dijwartir kir.

Mûsa daxuyand ku hevkariya PDK`ê bi dewleta Tirk re û êrişa li dijî gerîla, ji dewleta Tirk re dibe bihane ku herêmên Kurdistanê dagir bike û wiha dewam kir: “Ew êriş dikeve xizmeta berjewendiyên dijminan û xizmeta berjewendiyên gelê Kurd û biratiya gelan nake.”

Mûsa soza şopandina rêya şehîdan da û xwest ku ev bûyerên ku aramî û ewlehiya gelê herêmê xirab dikin, bên rawestandin.

(cx)

ANHA