Şerê di navbera Talîban û hêzên berxwedanê li Pencşêrê de nû bû

Şerê di navbera tevgera Talîban û hêzên berxwedanê yên li Penşerê ên bi serkêşiya Ehmed Mesûd de, nû bû. Ji ber wê yekê tevgera Talîbanê ragihandina hikumeta nû taloqî hefteya bê kir.

Şerê di navbera Talîban û hêzên berxwedanê li Pencşêrê de nû bû
5 îlon, 2021   08:27
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî raporên ji Efganistanê, îro careke din di navbera tevgera Talîban û hêzên berxwedanê yên li eyalete Pencşêr ên bi serkêşiya Ehmed Mesûd de, şer derket. Talîban jî ragihand ku dê hikumeta nû ya Efganistanê hefteya bê were avakirin.

Berdevkê eniya berxwedanê ragihand ku endamên Talîban gihîştin bilindahiyên “Derbend” ên li ser sînorê di navbera herêmên Kapîsa û Pencşêrê, lê belê bersiva wan hatî dayîn. Her wiha piştrast kir ku hêzên berxwedanê yên dijberî Talîban dê parastina herêmê dewam bikin.

Hêjayî gotinê ye ku Pencşêr eyaleta yekane ye ku li hemberî tevgera Talîban a tundraw hîna li ber xwe dide.

Talîbanê ku ji sala 1996 heta 2001` Efganistan serwer dikir, nikarîbû herêma Pencşêrê kontrol bike.

(cx)