Siûdiyê êrişa Hûsiyan têk bir

Wezareta Parastinê ya Siûdiyê ragihand ku Hûsiyan bi 3 moşkên Balîstî û balafirên bêpîlot, Erebistana Siûdiyê hedef girt.

 Siûdiyê êrişa Hûsiyan têk bir
5 îlon, 2021   08:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Fermî ya Wezareta Parastinê ya Siûdiyê Tirkî El-Malkî diyar kir ku sîstema parastina hewayî ya Erebistana Siûdî rê li ber êrişê girt û hersê moşek û sê balafirên bêpîlot teqandin.

El-Malkî ragihand ku Wezareta Parastinê ya Siûdiyê dê tedbîrên pêwîst bigire da ku axa xwe biparêze û êrişên bi vî awayî rawestîne.

 (dm)