PDK’ê rê ji dewleta Tirk re vedike; li Metînayê 3 baregehên nû ava kirin

Li gorî nûçeya Rojnewsê, hêzên Zêrevanî yên ser bi PDK`ê ve li Elkîşkê dest bi çêkirina rêyeke nû kirine û 3 baregehên nû yên leşkerî li hinek gundên Kanî Masiyê çêkirine.

PDK’ê rê ji dewleta Tirk re vedike; li Metînayê 3 baregehên nû ava kirin
5 îlon, 2021   08:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Zêrevanî yên ser bi PDK’ê li herêma Metînayê liv û tevgera xwe ya leşkerî zêde kirin.

Li gorî agahiyên ku Rojnewsê ji çavkaniyên herêmî girtine, PDK li devera gundê Elkîşkê dest bi çêkirina rêyeke nû ya leşkerî kiriye. Çavkanî diyar kirin, rê bi mebesta hêsankarî ji bo artêşa Tirk û anîna hêzên PDK’ê ji bo herêmên şer tê çêkirin.

Heman çavkaniyan diyar kirin ku ne tenê li Elkîşkê li deverên din ên Metînayê jî PDK rê ji artêşa Tirk re vedike û ji bo vê jî gelek wesayîtên çêkirina rê li herêmê dixebitin.

 Çavkaniyan her wiha da zanîn ku hêzên PDK’ê li gundên Kanîmasiyê 3 baregehên nû ku weke bendên kontrolê jî bikartînin çêkirine.  Li gorî vê agahiyê baregehek li nêzî gundê Elkîşkê hatiye çêkirin. Ji derveyî Elkîşkê baregehek jî li navbera gundê Qumriyê û Edinê de hatiye danîn. Heman çavkaniyê dazanîn  li sêgoşeya gundê Binavê jî barehek hatiye çêkirin.

Ji 5’ê Hezîranê ve PDK hem wextê êrîşên Tirkiye yên li dijî Başûrê Kurdistanê û gerîlayên HPG’ê, li herêma Metînayê dest bi bicihkirina hêzên taybet ên Zêrevaniyê kiriye û rê ji bo sewqiyeta leşkerî çêdike.