Tê gotin dê Hakan Fîdan û Elî Memlûk li Bexdayê bicivin

Dezgehên çapemeniyê ragihandin ku Serokê Îstixbarata Tirkiyê Hakan Fîdan dê di rojên pêş de, bi Serokê Ewlehiya Neteweyî ya girêdayî hikumeta Şamê Elî Memlûk re, li Bexdayê bicive.

Tê gotin dê Hakan Fîdan û Elî Memlûk li Bexdayê bicivin
5 îlon, 2021   07:33
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rojnameya Şerq El-Ewsat ku agahiyên xwe spartin çavkaniyên ji Tirkiyê, Serokê Îstixbarata Tirkiyê Hakan Fîdan û Serokê Ewlehiya Neteweyî ya Sûriyê Elî Memlûk wê di demek nêz li Bexdayê, li hev bicivin.

Çavkaniyan pêşbîn kir ku di hevdîtinê de wê doza kurdî bê nîqaşkirin ku her du alî hêzên Kurdan dikin hedef.

Serokê berê yê Daîreya Îstixbarata Leşkerî Ismaîl ya Tirkiyê Hakki Pekin nûçeyên ku dezgehên çapemeniyên yên Tirkiyê der barê hevdîtinê Fîdan û Memlûk de parve kirine, piştrast kirin  û diyar kir ku ev hevdîtin “wê destpêka operasyoneke nû be.”

Duh dezgehên çapemeniyên yên Tirkiyê li ser zimanê Pekin wiha ragihandin: “Ji ber hilweşîna têkiliyên Tirkiye-Sûriye di 2011`an de piştî şerê navxweyî yê Sûriyê, zirarên madî û manewî yên mezin gihaştin her du aliyan.”

Ev yek piştî kongreya ewlehiyê ya ku çend rojên berê li Bexdayê hatibû lidarxixistin, pêk tê.

Di kongreyê de serokê Misirê Ebdulfetah Sîsî bi awayekî ne eşkere xîtaba Tirkiyê kiribû û ew bi destwerdana li welatên herêmê, piştgiriya terorê û veguhestina terorîstan di navbera welatan de, tawanbar kiribû.

Dewleta Tirk a dagirker êrişî herêmên li Başûrê Kurdistanê dike, li hemberî wan êrişan hikumetên Bexda û Hewlêrê bêdeng in.

(cx)