Dagirker gundên Minbic ên tijî sivîl dikin hedef

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê asta êrişên xwe li ser gundewarên bakurê rojavayê Minbicê yên sivîl lê dimînin zêde kirin. Şêniyên Minbicê nerazîbûn nîşanî êrişan da.

Dagirker gundên Minbic ên tijî sivîl dikin hedef
Dagirker gundên Minbic ên tijî sivîl dikin hedef
Dagirker gundên Minbic ên tijî sivîl dikin hedef
Dagirker gundên Minbic ên tijî sivîl dikin hedef
Dagirker gundên Minbic ên tijî sivîl dikin hedef
Dagirker gundên Minbic ên tijî sivîl dikin hedef
Dagirker gundên Minbic ên tijî sivîl dikin hedef
5 îlon, 2021   06:48
MINBIC-SELWA EBDUREHMEN

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji herêmên ku dagir kirine, hema bêje rojane gundên bakur û rojavayê Minbicê topbaran dikin û di vê dawiyê de asta êrişên xwe zêde kirine.

Dewleta Tirk ji nuqteyên xwe yên li gundewarên Cerablus û Babê yên dagirkirî êrişan li dijî herêmê pêk tîne. Di wan êrişan de çekên giran û navîn bi kar tîne bi taybet tank û topavêjan.

Pir caran topên dewleta Tirk a dagirker li malên sivîlan dikevin û zirarên mezin digihînin milk û malên wan. Hin caran jî ji ber dijwariya topbaranê sivîl neçar dimînin ji gundên xwe kobçer bibin. Dema topbaran radiweste dîsa vedigerin.

Gundê Siyade yê 23 kîlometreyan dikeve bakur Minbicê hema bêje rojane tê topbarankirin.

Emîne El-Cerah a ji gund Siyade diyar kir ku di saetên derengiya şevê yan jî berbanga sibê de dewleta Tirk gund topbaran dike.

Emîne wiha domand: "Em li malên xwe ne, lê ewlehî û aramiya li herêmên me li xweşiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê nayê, ji ber vê yekê rojane topan li me dibarîne."

Emîne diyar kir ku dema topbaranê ew ji gund derdikevin û diçin gundên derdorê, piştî ku topbaran radiweste dîsa vedigerin malên xwe.

Her wiha Emîne anî ziman ku derfetê nadin dewleta Tirk a dagirker ku wan bide koçberkirin û dê axa xwe biparêzin û got: "Em axa xwe bernadin. Çiqas dem dirêj bike, lê teqez wê dagirkerî bi dawî bibe."

Êrişên li ser gundewarên Minbicê hemwextî êrişên li ser herêmên Şehba, gundewarên navçeya Eyn Îsa, Girê Spî û Til Temirê têne kirin.

(dm)

ANHA