Mîhrîcana Hawar a 3`yemîn sibe dest pê dike

Piştî 3 mehan ji qonaxa nirxandina dengan û hilbijartina 21 dengan, Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Efrînê dê sibe dest bi Mîhrîcana 3’yemîn a Hawar a Stranan bike.

Mîhrîcana Hawar a 3`yemîn sibe dest pê dike
5 îlon, 2021   06:03
ŞEHBA-ALAN REŞÎD

Desteya Çand û Hunerê, Hezîrana derbasbûyî bi rêya komîn û meclisên li Şehba û Helebê tomarkirina kesên dixwazin tev li Mîhrîcana 3`yemîn a Hawar a Stranan bibin, ragihand.

Bi dehan ciwan ji bo ku tev li mîhrîcanê bibin navên xwe tombar kirin.

Piştî qonaxa nirxandina dengan, 21 kes ji aliyê Komîteya Çavdêriyê ya birêxistinkirina mîhrîcanê ve hatin hilbijartin.

Komîteyê 21 kes li ser sê koman belav kirin, du kom ji Şehbayê û komek ji Helebê ye. Her komeke ji 7 beşdaran pêk tê ku dê li ser deng û stranan werin perwerdekirin.

Endama Komîteya Çavdêriyê ya Mîhrîcana Hawar Newroz Silêman îşaret bi armanca lidarxistina mîhrîcanê kir û got: “Armanca me ji vê mîhrîcanê ew e ku em ji cîhanê û kesên ku hewl didin çanda me biçewisînin re îsbat dikin ku tevî rewşên dijwar ku em tê re derbas dibin, ambargo û topbarana rojane jî, lê em parastina mîrateya xwe dikin. Di heman demê de ev mîhrîcan xelekeke zincîr e ku girêdayî dengên ciwanên nû bi çanda me ya dîrokî ye."

Mîhrîcan wê sibe (6`ê Îlonê) li kampa Berxwedan a navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê dest pê dike. Mîhrîcan li ser 3 qonaxan e, ya yekem ji 6`ê Îlonê heta 9`ê mehê berdewam dike ku  ji 21 beşdaran tenê 14 beşdar dê werin hilbijartin, qonaxa duyem jî 14 û 15`ê Îlonê ye û dê 7 kes werin hilbijartin û 20`ê Îlonê jî dê qonaxa dawî dest pê dike.

Newroz Silêman diyar kir ku dê di qonaxa dawî de li gorî nirxandina Komîteya Bilind ku ji 3 hunermendan pêk tê, 3 kesên serkeftî werin hilbijartin û dê werin xelatkirin.

Beşdarê bi navê Şervan Mihemed kêfxweşiya xwe ya ji tevlêbûna Mîhrîcana 3`yemîn a Hawar re anî ziman û got: “Armanca min a beşdarbûna Mîhrîcana Hawar, parastina çand û dîroka me ye û ji planên dagirkerên ku hewl didin nasname û çanda me biçewisînin bibin bersiv."

Mîhrîcanên yekemîn û duyemîn ên hawarê di salên 2015 û 2016'an de li navenda çandê ya Efrînê li dar ketin.

(eh)

ANHA