Bêrîtan Sarya: PDK rola xwe ya dijberiya şoreşê didomîne

Rojnamevan Bêrîtan Sarya diyar kir ku polîtîkayên PDK'ê yên li dijî tevgerên şoreşger ên li hemû parçeyên Kurdistanê, neguheriye û got "PDK hebûna xwe girêdayî dewleta Tirk a zayendperest û mezhebperest dibîne."

Bêrîtan Sarya: PDK rola xwe ya dijberiya şoreşê didomîne
5 îlon, 2021   00:46
QAMIŞLO

Rojnamevan Bêrîtan Sarya destnîşan kir ku ji PDK ji damezirandina xwe ve li dijî tevgerên Kurdan helwestekê nîşan dide û diyar kir ku ew li cem dewleta Tirk radiweste ku êrişên dagirkeriyê li hemberî Kurdistana Başûr jî pêk tîne û ji ber vê yekê xwedî pratîkeke dijberiya şoreşê ye.

NÛNERÊN DÎLGIRTÎ

Bêrîtan Sarya bi bîr xist ku ev 3 meh e pêkanînên PDK'ê yên ku Tevgera Azadiyê ya Kurd û Rêveberiya Xweser dikin hedef, tevî revandina Cîhad Hesen ku yek ji nûnerên Rêveberiya Xweser e û dengê wan nayê bihîstin û got: "Tenê tê zanîn ku di destê PDK'ê de ye û îşkence lê tê kirin. Her sê aktîvîstên RJAK'ê yên jin roja 4'ê Tebaxê ji aliyê PDK'ê ve hatibûn destgîrkirin. Di heman demê de HPG'ê diyar kir ku di 26'ê Tîrmehê de têkiliya wan ji yekîneya gerîla ya bi fermandariya Serwer Serhat qut bûye û çavkaniyên herêmî jî da zanîn ku PDK'ê êrişî wan kiriye. Ji wan hîna jî agahiyeke durist tune ye. Di nûçeya têkildarî malbatên van gerîlayan de ku di hejmara 31'ê Tebaxê ya rojnameya Ozgur Polîtîka de hat weşandin, detayên cuda hebûn. Yek ji van detayan jî ew e ku rayedarên PDK'ê ji malbatan re qala gerîla Serwer Serhat kiriye û gotiye'Heke Serwer ji me re bêje bê ka tunel li ku ne, dikare we bibîne'."

Bêrîtan Sarya diyar kir ku PDK'ê bi vê polîtîkayê gelek tevgerên şoreşger ên Kurdan tesfiye kirine yan jî qels kirine û wiha axivî: “Malbata Barzanî û PDK, ji aliyê dîrokî ve ji bo jihevxistina tevgerên Kurdan roleke girîng lîstiye.”

Bêrîtan Sarya got: "Lê ev polîtîka li dijî PKK'ê neçû serî. PKK li gel hemû êriş û polîtîkayên hêzên qirker ên dewleta Tirk, NATO û PDK’ê jî her tim xurt bûye.  Di salên 1990'î de PDK û YNK'ê bi awayekî vekirî ji bo tesfiyekirina PKK'ê bi dewleta Tirk re li Başûrê Kurdistanê operasyonên mezin li dar xistin. Bi van êrişên xayinî gelek êş bi Kurdan dan kişandin."

Bêrîtan Sarya da xuyakirin ku helwesta PDK'ê bi rûdanên herêmî û navneteweyî re zelaltir bûye û got:  "Me merheleyên dawîn ên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn derbas kirin û dewleta Tirk dixwaze qadên dagirkeriyê berfireh bike. Lê belê di pêvajoyeke bi vî rengî de ku xetere û derfetên cidî li hember Kurdan hene, PDK'ê helwesta xwe zelaltir kiriye. Li ser bingeha berjewendiyên malbata Barzanî û eşîra wê li şûna berjewendiyên Kurdan, bi dewleta Tirk a qirker re, ji bo tesfiyekirina hêza herî dînamîk a Kurdan PKK'ê ketiye nava hewldanan."

ROLA ENKS’Ê DI DAGIRKIRINA EFRÎNÊ DE

Têkildarî rola ENKS'ê di dagirkeriya Efrînê de Bêrîtan Sarya wiha axivî: "Îro PDK-S û Partiya Yekitî ku di bin banê ENKS'ê de tev digerin, li her derê, li DYA, Rûsya, Ewropayê û hwd li dijî Rêveberiya Xweser dîplomasiyê dimeşînin.  Tevlî operasyona dagirkirina Efrînê bûn. Rayedarên wê li ber çapemeniyê li xwe mikur hatin. Îro hovîtiya dewleta Tirk a li Efrînê li ber çavê tevahiya cîhanê aşkera bû lê dixwazin dagirkeriyê rewa bikin. Abdulhekîm Beşar derdikeve û pêkanînên dagirkeriyê yên dewleta Tirk înkar dike û dibêje 'Ne tiştek e, mezin dikin '. Ji aliyekî ve hewl didin mirovên li Şehbayê li ber xwe didin, bikişînin Efrînê û careke din wan di nav lepên dagirkeran de bihêlin û dibêjin, 'Werin malên xwe û baxçeyên xwe yên zeytûnan biçînin'. Dixwazin berxwedana li Şehbayê bişikînin. Di heman demê de ji bo ku YPG, YPJ û PYD'ê jî mîna PKK'ê bixin lîsteya 'rêxistinên terorê' gelek komplo û propagandayê dikin."

‘ROJAVA DORPÊÇ KIRINE’

Rojnamevan Bêrîtan Sarya da xuyakirin ku pêkanînên PDK'ê yên li herêma sînor heman polîtîkaya dewleta Tirk e û got: "Beriya Şoreşa Rojava li ser sînorê Başurê Kurdistan-Rojava tene 2-3 baregehên wan hebûn û îro jî 50-60 heb hene. Ew bi temamî Rojava dorpêç dikin. Ji bo derbaskirina deriyê sînor hûn agahiyên xwe yên şexsî ji berê ve didin, ev agahî ji aliyê îstixbaratê ve tên lêkolînkirin û li gorî vê bersiv ji we re tê dayîn. Li Kurdistana Başûr gelê Rojava neçarî sîxuriyê dikin. PDK heman polîtîkayên dewleta Tirk dimeşîne."

Bêrîtan Sarya bal kişand ser daxuyaniyên rayedarên PDK'ê yên li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd jî û wiha dewam kir: "PDK bi dewleta Tirk re beşdarî dagirkirina Rojava bû. Li Başûr, di serdemên herî giran ên operasyonên dagirkeriyê de timî PKK kirin hedef. Me daxuyaniyeke bi tenê ya li dijî dagirkeriyê ji rayedarên PDK'ê yên wekî Mesûd, Nêçîrvan û Mesrûr Barzanî nebihîstiye. Qet derneketin û negotin 'Tirkiye serweriya me binpê dike, gelê me qetil dike'. Lê belê  gotin 'PKK dagirker e', 'PKK mîna DAIŞ’ê ye' ku hemû Kurdên birûmet jê şerm dikin."

Bêrîtan Sarya bi bîr xist ku zimanê ku PDK îro li dijî PKK'ê bi kar tîne, di demaên borî de li dijî tevgerên Kurd jî bi kar aniye û wiha pê de çû: "Qelemşorên wan dibêjin 'PKK statuya Başûr dike hedef, şoreşê dike hedef.' Ev di rastiyê de propaganda û manîpulasyona li dijî hemû tevgerên şoreşger e. Dema ku Silêman Muînî kurê Mihemed Emîn Muînî yê  wezîrê karên hundir ê Komara Kurdistanê ya Mehabadê dixwaze li dijî Îranê hemleyeke gerîla bide destpêkirin, di serî de Barzanî li dijî wî derdikevin. Muînî dema ji sînorê Başûr derbas dibe, ji aliyê PDK'ê ve tê girtin, kuştin û cenazeyê wî radestî Îranê dikin. Silêman Muînî piştgiriya Barzaniyan kir û ji bo serhildana ku di sala 1961'an de li Başûr dest pê kir, alîkariya çek û lojîstîkê kir. Lê belê heta şoreşgerekî wiha jî qetil kirin."

‘HEWCEDARIYA WAN BI MANÎPULEKIRINÊ HEYE’

Rojnamevan Bêrîtan Sarya da xuyakirin ku PDK şerê xwe yê veşartî yê li dijî PKK'ê yê di salên 1990'î de, îro bi rengekî aşkera didomîne û sedemên vê yekê jî wiha rave kirin: "Di salên 1990'î de çapemenî û înternet ne ew qas pêşketî bûn. Civaka Kurd ew çend baş hev nas nedikir û têkiliya di navbera parçeyên Kurdistanê de bi pêş neketibû. Bi rengekî vekirî bi Tirkiyê re li dijî PKK'ê şer kirin. Dema ku şerê îxanetê didan kirin, hewceyî gelek argumanan nedibûn. Lê belê raya giştî ya Kurd êdî wan qebûl nake. Hê jî feraseta xwe ya 'xiyaneta li şoreşê' ya li dijî Mûînî îro jî li dijî PKK'ê didomînin. Dibêjin dewleta Tirk ji ber PKK'ê êrişî Başûr dike. Ev bi temamî manîpulekirin e."

Bêrîtan Sarya qala dorpêç û êrişên li hemberî qadên gerîla jî kir û got: "2 sal e hêzên xwe dişînin Herêmên Parastinê yên Medyayê, gerîlayên ku li dijî êrişên dagirkeriyê li ber xwe didin, dorpêç kirine û der barê gerîla de îstixbaratê didin MÎT'ê. Dewleta Tirk di operasyona dagirkeriyê ya li Metîna, Avaşîn, Zapê de têk çû. Dewleta Tirk bi mehan e bi hezaran leşker, cerdevan, kûçik, çete, çekên kîmyewî êriş dike, lê gerîla li ber xwe dide. Lê PDK dîsa hat ku leşkerê Tirk rizgar bike. Hêzên Zêrevanî û Gulan ên PDK'ê şandin, dor li gerîla girtin û gerîla şehîd dan. Di 5'ê Hezîranê de li gedûka Amediyê û di meha Tîrmehê de jî li Girê Çarçel provokasyon pêk anîn.

Armanc ew bû ku hemû hêzên kurdistanî yên Başûr bide cem xwe û bi dewleta Tirk re li dijî PKK'ê şer bike. Ev bi ser nekeve jî, plana domandina dorpêça heyî û şikandina berxwedana gerîla ya li dijî mêtingeran e. Bi awayekî vekirî nekarîn şer bidin destpêkirin, lê şerê wan ê veşartî dewam dike. Helwesta wan neguherî. Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Murat Karayilan di nirxandina Pêngava 15'ê Tebaxê de diyar kiribû ku hêzên PDK'ê bandoreke neyînî li berxwedana li qada Zendûra kir û gerîla neçar ma taktîka xwe ya şer a serkeftî biguherîne. Li gorî agahiyên berdest, hê jî di van çeperan de ne û ji bo herêmên cuda jî amadekariyan dikin."

HELWESTA PDK’Ê YA LI HEMBER ŞENGALÊ

Li ser polîtîkayên Şengalê yên PDK'ê Bêrîtan Sarya diyar kir PDK di çarçoveya konsepta DYA, dewleta Tirk, Erebistana Siûdî û Qeterê de Şengal radestî DAIŞ'ê kiriye û wiha axivî: "Bi vê konseptê xwestin Rojava dorpêç bikin, lê belê hebûna PKK'ê planên wan xera kir. Piştî ku Şengal hate azadkirin, yekser dîsa PKK kirin hedef. Piştî ku êzidiyan pergala xweparastinê temam kir, PKK'ê di Nîsana 2018'an de hêzên xwe vekişandin. Lê belê Îlona 2017'an bi pêşdeçûna Heşdî Şebî re PDK cara duyemîn ji Şengalê reviya û ji êzîdî terk kirin. Lê hûn dibînin; rayedarên PDK'ê timî êzîdiyên Şengalê hedef nîşan didin, dibêjin 'PKK li wir e' û ji dewleta Tirk re dikin hedef. Îro fermandarên YBŞ'ê ku hêzeke fermî ya Iraqê ye, dibin hedefa balafirên şer ên Tirkan, nexweşxane tê bombekirin, lê belê tu şermezarkirineke PDK'ê nîn e. Berevajî wê, manşetên wisa di çapemeniya xwe de çêdikin ku gumana ku îstixbarat dane, zêdetir dike."

Bêrîtan Sarya got: "Bê guman tu eleqeya van hemû polîtîkayan bi kurdbûn û Kurdistana serbixwe re nîn e. Ew e ku berjewendî û siberoja gelê Kurd bikin qurbaniyên berjewendiyên xwe yên malbatî û eşîrî. Mixabin PDK a bi serkêşiya malbata Barzanî, di temamkirina qirkirina Kurdan de hevkar e.”

TÊKILIYÊN PDK Û DEWLETA TIRK

Bêrîtan Sarya îşaret pê kir ku tevî hemû bertekên raya giştî ya Kurd jî PDK'ê têkiliyên xwe yên bi dewleta Tirk re qut nekirine û got:  "Ji ber ku malbata Barzanî hebûna xwe di serkeftina bloka desthilatdar de dibîne û antîdemokratîk, zayendperest e û ji bo berjewendiya xwe dixebite. Di sala 1966'an de beşên welatparêz, demokrat û sosyalîst ên di nava PDK'ê de tesfiye kirin û PDK veguherî partiyeke malbatî ku vê yekê ji koma Îbrahîm Ehmed a sosyalîst a di nava PDK'ê de dest pê kir."

Bêrîtan Sarya gendeliya artêşa Efganistanê ya li hemberî Talîbanê bi pêkanînên PDK'ê re muqayese kirin û wiha axivî: "Îro tevahiya Kurdistanê û herî zêde jî Başûrê Kurdistanê di xeteriyê de ye. Bîranîna me hemûyan û ya gelê Başûr zindî ye. Me pêvajoya ku DAIŞ tê de bi pêş ve çû dît û me nas kir bê kak î welat parast. Sîstema li Efganistanê rê li ber Talîbanê vekir û artêşa Efgan li ber xwe neda, kir ku gelê Başûr bifikire. Gelê Başûr ji rewşên mîna ya 2014'an bi fikar e û dibêje tenê gerîla û pêşmergeyên birûmet dikarin dikarin wan biparêzin."

‘DIVÊ KURD SEDSALEKE DIN JÎ JI DEST NEDIN’

Rojnamevan Bêrîtan Sarya di dawiya axaftina xwe de ev bang kir: "Helwesta gelê Başûr, helwesteke rast e. Li hemberî xetereyên heyî, divê em hemû kurdistanî ji hêzên dagirker û polîtîkayên PDK'ê yên ku hêzên Kurd û pêşeroja Kurdan dikin hedef re bibêjin 'raweste'. Nexwe daxuyaniyên rojane dê tu wateya xwe tune bin. Belê, PKK tesfiye nabe û şoreşgerên Rojava jî teslîm nabin, lê belê serdema heyî pêvajoyeke dîrokî ye. Divê Kurd sedsaleke din jî ji dest nedin û divê bi ser bikevin.”

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/TBn3v-gDVK4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>