​​​​​​​Dewlet Tirk li herêma Berwarî Bala gaza kîmyawî bi kar anî

Hat ragihandin ku balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker herêma Berwarî Bala ya Dihokê bombebaran kir. Li gorî agahiyan gaza kîmyawî hatiye bikaranîn.

​​​​​​​Dewlet Tirk li herêma Berwarî Bala gaza kîmyawî bi kar anî
4 îlon, 2021   18:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnews'ê ku agahiyên ji  herêmê girtin, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker vê êvarê herêma Berwarî Bala ya Dihokê bombebaran kir û gaza jehrî bi kar anî.  Tê gotin ku welatî ji ber gaza jehrî ya bombebaranê bandor bûne.

Hate ragihandin ku ji gundê Hirûrê 3 kes ji ber gaza kîmyawî ya bombebaranê bandor bûne.

Li gorî agahiyan bêhna wan teng bûye, çavê wan sor bûye, dil avêtine û rakirine nexweşxaneyê.