'Tola vegera li Efrînê wê bi têkoşîn û rêxistina jinan bê dayîn’

Berdevka Kongrya Star a Kantona Efrînê Şîrîn Hesen diyar kir ku vegera li Efrînê dê di asta hêza cewherî û xwerêxistinkirinê de çêdibe û got: "Li dijî zihniyata kujer a çeteyên dewleta Tirk dê têkoşîna jinên Efrînê, bi tolhildan, berxwedan û xwe bi rêxistinkirinê bêdayîn."

'Tola vegera li Efrînê wê bi têkoşîn û rêxistina jinan bê dayîn’
4 îlon, 2021   05:54
ŞEHBA-LEYLA LORÎN

 Kongreya Star a Kantona Efrînê 31'ê Tebaxê civîna xwe ya salane, di bin dirûşmeya "Bilindkirina asta tekoşîna jin misogeriya azadiya rêber APO ye" de li navenda çand û hunerê ya navçeya Ehdas a Şehbayê li dar xist. 150 delegeyên ku di civînê de amade bûn kar û xebatên salê nirxandin.

Berdevka Kongreya Star a Kantona Efrînê, Şîrîn Hesen têkildarî civîna salekê ya Kongreya Star, ji ajansa ANHA yê re axivî.

‘BILINDKIRINA ASTA TEKOŞÎNA JIN, MISOGERIYA AZADIYA RÊBER APO YE’

Berdevka Kongrya Star a Kantona Efrînê Şîrîn Hesen bal kisand ser kar û xebatên Kongreya Star a salekê û wiha got:           “Di bin dirûşmeya bilindkirina asta tekoşîna jin, misogeriya azadiya rêber APO ye. Bi amadebûna 150 endam û delegayan civîna me ya salê hat lidarxist. Di civînê de mijarên ku hatin destgirtin, perspektîfên rêber APO, rapora salê, rewşa koçberiyê, pergala hevserokatiyê her wiha têkoşîna vegera li Efrînê hatin nirxandin.”

‘SIYASETA AMBARGOYÊ GIRÊDAYÎ SIYASETA DAGIRKERIYÊ YE’

Şîrîn Hesen da zanîn di civînê de rewşa koçberiyê û siyaseta dewleta Tirk a dagirker û ambargoya rejîma Baas a li ser koçberan hatin nirxandin û wiha pê de çû: ”Dewleta Tirk ji ber siyaseta xwe ya nijatperestiyê hatiye lûtkeya dawiyê, ji bo wê çi destkeftiyên gelê Kurd li ku derê hebe, êrişî wê derê dike. Ji aliyê dewletên zilhêz ve qirkirineke mezin dixwazin bi destê dewleta Tirk li ser gelê Kurd pêk bînin. Li dijî siyaseta qirkirinê gelê Kurd û jinên Kurd li her çar parçêyên Kurdistanê di nava têkoşîneke bêhempa de ne. Siyaseta ambargoya rejîma Baas jî li ser koçberên Efrînê, di heman konseptekê de tê meşandin.”  

‘DI HER KOMÎN MECLISAN ME DE JIN XWEDÎ ÎRADE YE’

Şîrîn Hesen bi bir xist mijara sereke ya civîna wan pergala hevserokatiyê, hevjiyana azad û perwerdehiya jinan xaleke balkêş a civînê bû û wiha domand:” Ji bo me xala sereke weke koçberên Efrînê, xweperwerdekirin û bi perwerdehiya jinan re mijûlbûn e. Di vê mijarê de me di civîna xwe de mijara perwerdehiyê, pergala hevserokatiyê û hevjiyana azad, dê li meclis û komînên koçberên Efrînê, dîsa meclis û komînên weke Şehba wê çawa bê rûnişkandin bi berfirehî hate gotûbêjkirin, ji vê zêdetir ji bo pêşketina guherandin û veguherandina civakê, erk û peywir kete ser endam û xebatên Kongreya Star.”

‘TOLA VEGERA LI EFRÎNÊ BI TÊKOŞÎN Û XWERÊXISTINAKIRNA JINÊ WÊ BÊ DAYÎN’

Berdevka Kongrya Star a Kantona Efrînê, Şîrîn Hesen diyar kir tekoşîna vergara li Efrînê mijara civîna wan bû û wiha got: ”Weke koçberên Efrînê, her kêliya ku em di van kampên koçberiyê de li ber xwe didin ji bo vegera li Efrînê ye. Lê belê di civîna me de hat gotin, vegera li Efrînê dê di asta hêza cewherî û xwerêxistinkirinê de çêdibe. Heta ku çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker û faşîst li Efrînê bin, wê vegera me ji bo Efrînê weke jin çenebe, wê li dijî zihniyata kujer a çeteyên dewleta Tirk; ku roj nîne niştecihên resen û jinan narevîne. Her wiha li dijî vê zihniyetê têkoşîna jinên Efrînê, dê bi tolahildan, bi berxwedanê û her wiha xwe bi rêxistinkirinê bêdayîn.”

ANHA