​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 160 kesên din bi Koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 160 pêketiyên nû yên vîrusa Koronayê (Covid-19) tombar kirine.

​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 160 kesên din bi Koronayê ketin
3 îlon, 2021   20:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa diyar kir ku 160 kesên din bi vîrusa koronayê ketin (94 mêr û 66 jin in).

Pêketiyên nû yên vîrusa koronayê li van herêman in:

Hesekê 32

Qamişlo 52

Dêrik 16

Girkê Legê 2

Amûdê 7

Reqa 30

Tebqa 6

Dêrazor 15

Her wiha destnîşan kir ku rewşa 8 nexweşên din baş bûye.

Li gorî daneyên dawî hejmara pêketiyên vîrusa koronayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihaşt 2 hezar û 958, hejmara miriya 788 û hejmara nexweşên ku baş bûne bû hezar û 968'an.

ANHA