Li Dera El-Beled aramî serwer e

Li Derayê piştî lihevkirina nû ya agirbestê ya bi navbeynkariya Rûsyayê, ev sê roj in aramî serwer e.

Li Dera El-Beled aramî serwer e
3 îlon, 2021   11:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ragihandina agirbestê ku 1`ê mehê kete meriyetê, li piraniya herêmên Derayê ev sê roj in aramî serwer e.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku bi dehan çekdarên xwecihî û yên sivîl ku divê erka leşkertiyê bînin cih, rewşên xwe bi hikumeta Şamê re çareser kirin.

 (şx)