Ambargoyê li ser Şehbayê çandinî jî kêm kir

Ji ber ambargoya hikumeta Şamê ya li ser kantona Şehbayê, bi nêzikbûna zivistanê re zirareke zêde li çandiniyê dibe, ji ber mazot û pêwîstiyên çandiniyê nayên peydakirin.

Ambargoyê li ser Şehbayê çandinî jî kêm kir
3 îlon, 2021   08:19
ŞEHBA - ALAN REŞÎD

Ji dema kantona Efrînê hate dagirkirin heta niha, niştecihên wê bi darê zorê hatin koçberkirin û li kantona Şehbayê bi cih bûn. Hikumeta Şamê jî bi rêya 5 bendên xwe yên di navbera bajarê Helebê û kantona Şehbayê de ambargo li ser welatiyên herêma Efrînê ferz kir û rê nade ku madeyên sereke û pêwîstiyên çandiniyê derbasî kantonê bibin.

Hikumeta Şamê li ser madeyên xwarinê, derman û sotemeniyê bacan ferz dike û dema ku di bendên kontrolê re derbas dibin, zêdetirî du milyon lîreyê Sûriyê bac li kamyoneke madeyên xwarinê ferz dike. Her wiha li ser sehrîcên mazotê jî 3 milyonan ferz dike û li ser kamyonên ku derman bar kirine 7 milyonan ferz dike.

Ji aliyekî din ve jî, ji ber ambargoya hikumeta Şamê, herî zêde bandor li ser çandiniyê çêbû, ji ber ku sedî 65 ji cotkar çandiya avî dikin.

Hevserokê Komîteya Çandiniyê ya Herêma Efrînê Basim Osman axivî û da zanîn ku li herêmê qada çandiyê rastî karasetekê tê û got: "Di salên borî de baranê têra avdanê dikir, lê îsal baran zêde nebariye û avdana bi rêya bîran jî mazotê dixwaze, ev jî ji ber ambargoyê nayê peyda kirin. Di encamê de rûbera erdên çandiyê nîvenîv kêm bûye.”

Cotkarên li kantona Şehbayê genim, ceh û beqleyên wekî fûl, himis û nîsk diçînin, her wiha berhemên avî yên wekî kartol, pîvaz û cureyên din ên sebzeyan diçînin.

Ambargoya hikumeta Şamê li ser kantona Şehbayê ferz kiriye, bandoreke neyînî li qada çandiniya avî bi taybet kiriye, ji lew re zirar digihêje çandiniyê ya kantonê.

Osman diyar kir ku gelek cotkaran hin berhemên demsala zivistanê neçandin, ji ber ku mazot û tov peyda nabin.

Basim Osman di dawiyê de bang li aliyan û rêxistinên mirovî kir ku destwerdanê bikin, ambargoya li ser kantona Şehbayê rakin û di zûtirîn demê de madeyên ji bo çandiniyê pêwîst in derbasî kantonê bikin, da ku gelê herêma Efrînê bi karaseteke mirovî re rû bi rû nemîne.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/nY-3fCOMRwo" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>