​​​​​​​Talîban di hikumeta xwe de cih nade jinan

Tê payîn ku piştî nimêja înê Talîban hikumeta xwe ya nû ragihîne. Rayedarekî tevgerê demek berê ragihandibû ku jin di hikumeta nû de tune ne. Ji ber wê jinên efganî li dijî tevgerê xwepêşandan li dar xistin.

​​​​​​​Talîban di hikumeta xwe de cih nade jinan
3 îlon, 2021   07:53
NAVENA NÛÇEYAN

Rêveberên tevgera Talîbanê duh got dê di hikumeta nû de jin tune bin. Ji ber wê bi dehan jin daketin kolanan û banga mafên xwe kir.

Li gorî çavkaniyên ji tevgera Talîbanê, piştî çend rojan ji vekişîna DYA`yê ji Efganistanê, dê hikumeta nû piştî nimêja înê (îro) were ragihandin.

Li ser avakirina hikumeta nû gelek pêşbinî hene tevî ku rayedarekî mezin roja çarşemê gotibû dê jin di nava hikumetê de cih negirin.

(şx)