​​​​​​​Li ber destê şivanan bû bilûrvanekî şareza

Mûaz Ehmed ji gundê xwe diçû gundên derdorê da ku guhê xwe bide dengê bilûrên şivanan û xwe fêrî bilûrê bike. Bi dawiyê de xwesteka wî bi cih hat û bû bilûrvanekî şareza.

​​​​​​​Li ber destê şivanan bû bilûrvanekî şareza
3 îlon, 2021   08:37
QAMIŞLO-ÎSAM EBDULLAH

Muzîkjenê bilûrê Mûaz Ehmed ê ji gundê Hacî Harûn ê Dêrikê yê kantona Qamişloyê, ji zaroktiya xwe ve ji bilûrê hez dikir û dema ku dengê bilûra şivanên gundên Dêrikê dibihîst, li pey wan diket û paşê xwest xwe fêrî lêxistina bilûrê bike.

Her wiha tenê bi fêrbûna lêxistina bilûrê xwe sînordar nekir û fêrî çêkirina bilûrê jî bû ku niha bi xwe jî bilûran çêdike.

Mûaz Ehemd bi salan kar û xebat kir ku bilûrekê ji qamûşan çêke û lê bide, dûre bi hostahî çêkir û êdî bi komên muzîkê re gelek albûm tomar kirin.

Muzîkjen Mûaz Ehmed ji aliyê pisporan ve hate perwerdekirin û paşê Peymangeha Muzîkê ya Mem û Zîn vekir û ciwanan li ser muzîka Rojhilat û Rojava perwerde dike.

Muzîkjen Ehmed yek ji endamên Navenda Dîcle ya Çand û Hunerê ye û beşdarî gelek şahî û cejnên Newroza yê hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûye. Di heman demê de beşdarî gelek mîhrîcanên li Başûrê Kurdistanê jî bûye. Bi sedan ciwan fêrî bilûrê kirin û piraniya van ciwanan tev li komên muzîkê bûn.

Mûaz Ehmed bang li muzîkjenan û hunermandan kir ku parastina kelepor û muzîka gelêrî bikin da ku nifşekî ku dikare parastina folklor û çanda kurdî bike, were gihandin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/-i27twXy--k" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>