​​​​​​​Xelîl Ebdo: Baweriya me bi dewletên mezin tune ye, em xwe dispêrin hevgirtina pêkhateyan

Endamê Têkiliyên Giştî ya MSD'ê Xelîl Ebdo diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide herêmê ji ciwanên wê vala bike da ku planên xwe yên dagirkirinê pêk bîne û got: "Baweriya me bi hêzên derve tuneye, em xwe dispêrin xweparastin û hevgirtina hemû pêkhateyan."

​​​​​​​Xelîl Ebdo: Baweriya me bi dewletên mezin tune ye, em xwe dispêrin hevgirtina pêkhateyan
3 îlon, 2021   03:09
REQA- EHMED EL-ELÎ

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava bêdengiya navneteweyî û herêmî de berdewam dikin.

Endamê Têkiliyên Giştî ya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Xelîl Ebdo diyar kir ku dewleta Tirk ji mijulbûna Amerîka û navneteweyî bi Efganistanê sûdê digire û hewl dide herêmên nû yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike û dagirkirina xwe li herêmên ku dagir kirine, mayînde bike.

Ebdo îşaret pê kir ku dewleta Tirk şerê taybet jî dimeşîne, bi rêya vekirina sînorê xwe hewl dide herêmên ji ciwanên wê vala bike.

Ebdo her wiha destnîşan kir ku dewleta Tirk dixebite ku bi rêya guhartina demografîk planên xwe li herêmên dagirkirî pêk bîn. Her wiha koçberên ji herêmên din ji Sûriye tîne herêmê û wan wek çete bi kar tîne û malan jê re peyda dike.

Xelîl Ebdo da zanîn ku dewleta Tirk bi rêya êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriye hewl dide aramî li herêmê pêk nayê, di heman demê çeteyên sûrî ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe bi kar tîne.

Xelîl Ebdo piştrast kir ku dewleta Tirk gefan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe da ku peymanên xwe bi welatên mezin wekî Rûsya û Amerîkayê re pêk bîne û wiha dewam kir: “Di heman demê ruxmî ku hêzên Rûsya û Amerîka li herêmê ne jî, lê belê ew gef û timayên dewleta Tirk ranewstînin.”

Endamê Têkiliyên Giştî ya MSD'ê Xelîl Ebdo bal kişand ser hevgirtina pêkhateyan û got: "Em di MSD'ê de baweriya me bi hêzên dewletên mezin tuneye, li hemberî hemû gefan em xwe xwe dispêrin hêzên xwe yê hundirîn, xweparastin, hevgirtina pêkhate, partî û aliyên leşkerî yên  li Bakur û Rojhilata Sûriye. "

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/i4W2yJ4Vnz0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>