Koçberên Efrînê: Çiqasî rewş giran bibe em ê berxwedana xwe dewam bikin

Koçberên ji Efrînê yên ku li kantona Şehbayê dimînin, diyar kir ku ruxmî êriş û ambaroyê ew ê heta rizgarkirina Efrînê li ber xwe bidin.

Koçberên Efrînê: Çiqasî rewş giran bibe em ê berxwedana xwe dewam bikin
2 îlon, 2021   23:38
ŞEHBA-ALAN REŞÎD

Rêxistina UNICEF a girêdayî NY`ê 11`ê Tîrmeha derbasbûyî miqdara ava ku dida şêniyên kantona Efrînê kêmî nêvî kir. UNICEF`ê beriya ku miqdara avê kêm bike 2 hezar û 400 metrekab av dida, lê piştî wê kir kêmî hezar metrekab, di encamê de ava vexwarinê li ser gelek gund û navçeyan qut bû û li kampan jî kêm ket.

/kr/uploads/files/2021/09/02/192436_-.webp

Koçberê bi navê Eslan Nibo yê ku li komîna 7`an a kampa Berxwedan dimîne got: "Li kampê em bi germahiya havînê û serma zivistanê re rû bi rû dimînin, di heman demê de em bi dorpêça ku hikumeta Şamê li ser me ferz kiriye û topbarana artêşa Tirk re jî rû bi rû dimînin, ji ber ku em li ber xwe didin û dev ji mafên xwe bernadin."

Nibo diyar kir ku ji beriya meh û nîvekê ve UNICEF`ê bi buhaneya ku nema dikare lêçûna gihandina avê rake, miqdara ava vexwarinê li ser kampê kêm kiriye û wiha domand: "Armanca wê ew e ku vîna me bişkîne û me dûrî armanca me ya rizgarkirina Efrînê bixe, lê dîsa jî em çiqasî li kampan zehmetiyan bikişînin jî em ê heta rizgarkirina Efrînê û vegera lê li ber xwe bidin."

/kr/uploads/files/2021/09/02/192513_-.webp

Koçberê bi navê Rifet Elûş ku li komîna duyem a kampa Berxwedan dimîne îşaret pê kir ku ji gelek aliyan ve hikumeta Şamê û rêxistina  UNICEF`ê dorpêçê ferz dikin û wiha dewam kir: "Piştî ambargo li ser me ferz kir, mazotê qut kir û rê nedan ku derman derbasî kantona Şehbayê bibin, em dibînin ku îro ava ku xwedê daye me li ser şêniyên kampê kêm kirine."

Elûş diyar kir ku armanc ji ambargoyê ew e ku berxwedana wan lawaz bike û wan ji herêma Şehbayê derxin û got: " Çiqasî rewş dijwar bibe jî ew ê li ber xwe bidin."

/kr/uploads/files/2021/09/02/192458_-.webp

Koçbera bi navê Rebîe Mihemed a ku li komîna 4`an a kampa Berxwedan dimîne got, nêzîkatiyên UNICEF`ê yên li dijî koçberan, ji kêmkirina miqdara avê, xizmeta dagirkeriya Tirk û çeteyên wê û hikumeta Şamê dike. Rebîe da zanîn ku armanc ji van kiryaran ew e ku kamp vala bibin û careke din wan koçber bibin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/LU97Snb5szo" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>