ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03-09-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03-09-2021
2 îlon, 2021   23:00

-Mîhrîcana Mirdotho ya yekemîn a li hola Selam a bajarê Qamişlo dest pê dike, saet 18:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Hêvî Seyîd got dewleta Tirk a dagirker bi rêya gazên kîmyewî û jehrî li herêmên gerîla sûcên li dijî mirovahiyê pêk tîne û kesên li hemberî vê yekê bê deng dimînin jî şirîkên sûc in. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Têkiliyên Giştî ya MSD'ê Xelîl Ebdo diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide herêmê ji ciwanên wê vala bike da ku planên xwe yên dagirkirinê pêk bîne û got: "Baweriya me bi hêzên derve tuneye, em xwe dispêrin xweparastin û hevgirtina hemû pêkhateyan." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Koçberên ji Efrînê yên ku li kantona Şehbayê dimînin, diyar kir ku ruxmî êriş û ambaroyê ew ê heta rizgarkirina Efrînê li ber xwe bidin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endmaên rêveber ên Hêzên Parastina Civakî (HPC) diyar kir ku parastina erka her ferdekî ye û gotin, ew amade ne di hemû aliyan de civakê li ser xweparastinê perwerde bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji ber ambargoya hikumeta Şamê li ser kantona Şehbayê ferz kiriye, qada çandiniyê bi destpêkirina mewsima zivistanê re gelek zehmetiyan dikişîne, ji ber ku madeya mazotê û pêwîstiyên çandiniyê nayên peyda kirin û ev yek bandoreke neynî li rûbera çandiniyê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rûspiyên eşîrên kantona Kobanê diyar kir ku girêdana bi axê ve rûmet e û bang li ciwanên herêmê kir ku li malên xwe bimînin û parastina wê bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Şêniyên Dera li benda serketina peymana nû ya derbarê Dera El-Beled ne. Rojnamevan û şîrovekarê siyasî yê sûrî Malik El-Hafiz diyar kir ku lihevkirin kopeyek ji nexşeya Rûsya ye, heger Rûsya wekî garantorê rasteqîn ê vê peymanê bimîne dibe ku serkeftina wê berdewam bike. (BI WÊNE).

CÎHAN

-Nirxandinên encamên civîna Bexdayê ku gelek dewletên erebî û biyanî yên bi nakok beşdar bûn, berdewam dikin, gelo vê civînê çi encam bi xwe re anîn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çavkaniyekî pêbawer ji komên Filistînê ji ANHA'yê re diyar kir ku komên li filistînî dibînin kêmkirina zextên Îsraîlê yên li ser dergeh û derayî û tedbîrên ku di dema şerên dawî de girtine ji bo balkişandinê ne da ku meşên li ser sînor tune bikin û got, çalakiyên gel dê li ser sînorê Xezayê berdewam bikin. (BI WÊNE).

CIWAN

-Rêveberên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Firatê teqez kirin ku dê têkoşîna li hemberî faşîmza dewleta Tirk berdewam bikin û piştgiriyê bidin pêngava girevên birçîbûnê yên li girtîgehan heta ku azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan pêk were. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Muzîkjen Mûaz Ehmed ji gundê xwe ber bi gundên derdorê ve diçû da ku li dengê bilûrên şivanan guhdarî bike û xwe fêrî bilûrê bike, di dawiyê de xwesteka wî bi cih hat û bû bilûrvanekî şareza. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA