Parêzerên rêber Abdullah Ocalan serî li serdozgeriyê dan

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo ku bi muwekîlên xwe re hevdîtinê çêkin, careke din serî li serdozgeriyê dan.

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan serî li serdozgeriyê dan
2 îlon, 2021   11:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Raziye Ozturk, Faîk Ozgur Erol, Rêzan Sarica û Cengîz Yureklî yên ku parêzerên rêber Abdullah Ocalan in ji bo hevdîtina bi muwekîlên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Rêber Abdulah Ocalan piştî ku di sala 1999’an de bi komployeke navneteweyî dîl hate girtin, li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Zêde ya Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de ye.

Rêber Ocalan herî dawîn di 25’ê Adarê de bi birayê xwe di telefonê de axivîbû. Ev hevdîtin jî qut bûbû.

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan piştî 8 salan di 2-22’ê Gulanê, 12-18’ê Hezîranê û di 7’ê Tebaxa 2019’an de bi muwekîlên xwe rûniştibûn. Ji 7’ê Tebaxa 2019’an û heta niha serlêdan tê kirin û bersiva serlêdanan nayê dayîn.