​​​​​​​Îstixbarata dewleta Tirk li navçeya Bilbilê ya Efrînê 3 kes revandin

Îstixbarata dewleta Tirk a dagirker 3 welatî ji gundê Kêla yê navçeya Bilbilê ya Efrînê revandin.

​​​​​​​Îstixbarata dewleta Tirk li navçeya Bilbilê ya Efrînê 3 kes revandin
2 îlon, 2021   10:28
ŞEHBA

Sûcên dewleta Tirk a dagirker û îstixbarata wê li dijî şêniyên Efrînê berdewam in. Çavkaniyekî ji Efrîna dagirkirî ragihand ku îstixbarata dewleta Tirk 3 welatî ji gundê Kêla yê navçeya Bilbilê revandin.

Li gorî çavkanî, navên kesên hatine revandin wiha ne: Ehmed Reşîd Hisên (50), Aslan Şêxmûs Hebeş (38), Menan Ehmed Bêrem (42). Her wiha çavkanî destnîşan kir ku aqûbeta her sê kesan nayê zanîn.

Heman çavkanî bi bîr xist ku Menan Bêrem parêzer e û ji aliyê îstixbarata dewleta Tirk ve ji navenda navçeya Raco hatiye revandin.

Her wiha hate zanîn ku hin kesên biyanî yên li Efrînê bi cih kirine, li welatiyê bi navê Ehmed Hemo (70) yê ji gundê Bîkê yê navçeya Bilbilê daye.

(şx)

ANHA