‘Dewleta Tirk a dagirker nahêle aştî li herêmên me pêk were’

Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zanûbiya ya Minbicê hewldanên dewleta Tirk ên astengkirina xebatên pêkanîna aştiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û got “Madem dagirkeriya Tirk li herêmê ye û sûcan li dijî hemû gelan pêk tîne, wê demê aştî pêk nayê.”

‘Dewleta Tirk a dagirker nahêle aştî li herêmên me pêk were’
2 îlon, 2021   10:15
MINBIC

Îro Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zanûbiya ya Minbicê têkildarî Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyaniyek da. Berdevka kombûnê Nesrîn El-Elî daxuyanî li pêşiya navenda nivîsgehê ya li bajêr xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Li ser bingeha baweriya me bi rola jinan di avakirina civakekê de ku hezkirin, hevkarî, biratî û jiyana hevbeş tê de belav e, bi rasthatina Roja Aştiyê ya Cîhanê em bi rêzdarî hemû jinên azad û berxwedêr silav dikin ku ji bo pêkanîna aştiyê tê dikoşin.

Cîhan 1`ê Îlonê bi biryara avakirina cîhaneke aştiyane û sekinandina dijminatî û şer, pîroz dike. Ev mafekî rewa û xwezayî yê hemû gelan e ku dixwazin di nava ewlehiyê û aramiyê de bin. Bi taybet herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatine dagirkirin, êşa şer û wêranî, kuştin û koçberkirinê dibînin û qurbaniyên yekemîn jî jin bû.

Îro piştî rizgarkirina herêmên me ji terorê, em di nava ewlehiyê de ne. Ev yek di radeya yekemîn de bi saya jinên têkoşer û yên berxwedêr pêk hat. Ew azadîxwaz in û jiyana birûmet dipejrînin. Ji ber vê yekê daxwaza jinan a bingehîn ew e ku aştî pêk were û bi azadî bijîn. Piştî êşên giran ji ber şeran, morala xwe bilind bikin da ku karibin di hemû aliyên jiyanê de bixebitin û bi ser bikevin.

Madem dagirkeriya Tirk sûcan li dijî gelê me pêk tîne, aramî li herêmên me pêk nayê. Bi taybet li dijî jinên berxwedêr ku parastina xak û axa xwe dikin. Aştî tê wateya ewlekarî û aramiyê, ku berovajî kuştin û wêrankirinê ye.

Divê rêxistinên mafên mirovan erkên xwe yên mirovî bînin cih û hemû sûcên li dijî hemû gelên Sûriyê rawestînin.”

(şx)

ANHA